Nobeta malbatan li Bahçelîevlerê dom kir

  • 15:29 24 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan îro jî çalakiya xwe ya rûniştinê li avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê pêk anîn. Dayikan diyar kirin ku heta ku agahiyên zelal neyê dê grev bidomin. 
 
Li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatibû destpêkirin didomin. Malbatên girtiyan çalakiya rûniştinê îro li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) domandin. Çalakiya malbatên girtiyan 25 roj in didome. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum tevlî çalakiya malbatan bû. 
 
Li ser navê malbatan Nesîbe Başaran axivî û wiha got: "Zarokên min Serhildan Başaran û Îdrîs Başaran girtî ne. Em li ber Girtîgeha Bakirkoyê her tim bi şîdeta polîsan re rû bi rû man. Em natirsin. Parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Em bêsebir li benda daxuyaniyê ne. Heta ku agahiyeke zelal neyê zarokên me dev ji grevê bernadin."