Li Amedê malbatên girtiyan piştî çalakiya rûniştinê meşiyan
- 15:15 24 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Îro malbatên girtiyan ên li Elîh, Farqîn, Bismil û Liceyê hatin tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Amedê bûn. Malbatên girtiyan bi dirûşmên xwe bal kişandin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê.
Dayikên Girtiyan cara 24'emîn li ber avahiya Fabrîqeya Ard ya li hemberî Koşuyoluya Rêzana Amedê kom bûn û dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin. Dayikên girtiyan xwestin bi çalakiya xwe balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Her wiha malbatên girtiyan ên ku li Êlih, Licê, Farqîn û Bismilê jî hatin tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun û rêveberên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî da çalakiya dayikan. Her wiha gelek welatiyên der dorê jî piştgirî da çalakiyê.
Dora dayik û malbatên girtiyan ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çalakiyê de dirûşmên wekî "Bijî berxwedana dayikan", "Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hat berzkirin.
Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 seatan dayik û malbatên girtiyan bi meşê berê xwe dan avahiya Komeleya Piştewaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li vir li ser navê malbatan Sariya Yuksekbag axivî. Sariya, diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûl kirin û wiha got: "Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û heta dawiyê em ê ji bo zarokên xwe li qadan bin.
Çalakiya dayikan bi dirûşmeyan bi dawî bû.