Li Wanê li gel dorbeça polîsan dayikan çalakiya rûniştinê pêk anî
- 15:14 24 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîtê, rojiya mirinê û greva birçîbûnê 4 roj in li gel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê pêk tînin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin li perqa Mîllî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk bînin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan. Li gel astengî û dorbeça polîsan dayikan li ber xwe da û çalakiya xwe pêk anîn. Dayikan bertek nîşanî astengkirina çalakiyê dan û gotin ku ew ê bi berxwedanê bibin dengê zarokên xwe.
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.