Telefona lawê xwe yê di grevê de bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' vekir
- 14:54 24 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Dayika bi navê Nuriye Tarlak ji kelecana telefona lawê xwe yê ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha Rîzeyê ya Tîpa T di greva birçîbûnê de ye bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' vekir.
Dayikên ku li Enqreyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de li Avahiya Giştî ya HDP'ê çalakiya xwe ya nobetê di roja 11'emîn de berdewam dikin. Dayikên ku nobeta xwe didomînin destê wan di dilê wan de li ber Medya Haberê li benda daxuyaniya parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 22'yê Gulanê de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin ne.
'Bijî berxwedana zindanan'
Li odeya avahiya HDP'ê ku televîzoyon lê ye dem bi dem dengê sitranên dayikan tê. Ji dayikên ku çavên wan li Medya Haberê ye dema ku lawê yekê bi telefonê ji girtîgehê digere bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" ku berz dikin dixwazin kêf û kelecana xwe ji girtiyên di grevê de re ragihînin. Dayikên ku telfona xwe ji destekî didin destekî peyama wan "Em ê berxwedana xwe bidomînin" e.
'Berxwedana we bi ser ket'
Lawê Nurye Tarlak ku ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha Rîzeyê ya Tîpa T di greva birçûbûnê de ye di çarçoveya hevdîtina bi telefonê ya heftane de li dayika xwe geriya û dayikan bi dirûşma "Berxwedan ya me ye" dest bi axaftinê kirin. Dayika ku pitî li tendirustya lawê xwe pirsî piştre kelecana xwe wiha parvekir, "Me meralk nekin em gelek baş in, hûn çawa ne, em îro gelek bi kelecan in, Em bi ser ketin, berxwedana we bi ser ket." Nuriye ya ku got rewşa lawê wê gelek baş e wiha got, "Rewşa wan gelek baş e. Ew jî hevalên xwe yên di grevê de meraq dikin. Dibêjin ew ê berxwedana xwe berdewam bikin."
Hin dayik li benda daxuyaniya parêzeran e û hinek ji wan jî bi telefonên di destên xwe de li sîteyên nûçeyan digerin û kontrol dikin.