Çalakiya konê greva birçîbûnê dewam dike
- 14:38 24 Gulan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Çalakiya konvedanê ya bi pêşengtiya Kongreya Star bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" ya ku li qada Ehdas a Şehbayê hat destpêkirin dewam dike.
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê konê xwedîderketina li xwesteka çalakvanên greva birçîbûnê ya ku di dîroka 16'ê gulanê de li qada Ehdas a Şehbayê bi dirûşmeya "Em ê bi rihê berxwedana zîndana bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" hat vedan dewam dike.
Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên zîndanan û pakrewanên azadiyê, her wiha pankertên bi nivîsa "Em ê tecrîdê û faşizimê têk bibin Serok Apo azad bikin" hat xemilandin.
Nêzî 125 jinên malbatên şehîdan bi laçik û cilên spî bi nivîsa "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe", "Azadî ji bo Serok" tevlî çalakiyê bûn, serdan ji aliyê endama Meclîsa Malbetên Şehîdan çêbû.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê gel guhdarî dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven û Fatîle kirin, axaftin li ser navê meclîsa Malbetên Şehîdan Sûreye Hebeş, li ser navê Rêveberiya hevjînên şehîdan Sûbhan Hisên, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Zekiye Ismaîl hat kirin. Di axaftinê de balkişandin li ser berxwedana Leyla û rêhevalên wê û gotin:”Em ê tim di nava çalakiyan de bin û çalakiyên me bi dawî nabin heya Serok Apo azad nebe. Em ê berxwedana xwe bi Leyla Guven re berdewam bikin û li ser şopa şehîdên ku canê xwe fedayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirine dimeşin û tu carî serê xwe ji dijmin re natewînin."
Paşê zarokên berxwedêran bi stran û helbestên xwe berxwedana zindanan anîn ziman.
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.