Pirsên greva birçîbûnê 'parvekirinên çapameniya ne fermî' hatin hesibandin

  • 11:40 24 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Serokatiya Lijneya Çavdêriyê û Rêveberiya Girtîgehê, pirsên ku ji çalakgera greva birçîbûnê Rojnameger Kîbriye Evren re hatin şandin, weke 'parvekirinên çapameniya ne fermî' nirxandin û biryar da ku bê destûra Wezareta Dadê pirs neyên dayîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi beşdariya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyan, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Andullah Ocalan hatibû destpêkirin didome. Yek ji van girtiyan jî Rojnameger Kîbriye Evren e.  Kîbriye ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa E ya Amedê bi dest grevê kir, niha çalakiya xwe li Girtîgehê Girtî ya Jinan a Amedê didomîne. 
 
Pirsên ku nûçegîhanê Ajnsa Mezopotamyayê (MA) bi rêya parêzer di 21'ê Gulanê de ji bo Rojnameger Evren şand, ji aliyê rêveberiya girtîgêhê ve bi hinceteke sosret teslîmî  Kîbriye nehatin kirin.  Di heman rojê de parêzer Evren Resûl Tamûr daxwazname da rêveberiya girtîgehê xwest pirs teslîmî Evren bên kirin. 
  
Serokatiya Lîjneya Çavdêriyê û Rêveberiya Girtîgehê di heman rojê de daxwaznameya parêzer Tamûr red kir û biryar da ku pirsên hatine şandin bêyî destûra Wezareta Dadê nikarin teslîmî Evren bikin. Lîjneyê di biryara xwe de diyar kiriye ku daxwazên nûçe, hevpeyvîn û kişandinê yên çapameniyê bi destûra Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê dikarin bên qebûlkirin. Her wiha lijneyê piştî vê biryarê pirsan radestî parêzer Tamûr kiriye.