'Em li ser şopa Mazlûm û Leylayan dimeşin'

  • 11:24 24 Gulan 2019
  • Rojane
Tulîn Muhemed
 
ŞEHBA - Çalakiya konvedanê ya bi pêşengtiya Kongreya Star a Efrînê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê bi ser kevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" li qada Ehdas a Şehbayê didome.
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê çalakiya konvedanê ya xwedîderketin li xwesteka çalakvanên greva birçbûnê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê bi ser kevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin” li Navçeya Ehdasê hat  lidarxistin. Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakvanên greva birçîbûnê, pakrewanên azadiyê û pankarta bi nivîsa "Bi vîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin" hat xemilandin. Çalakiya piştevaniyê  bi tevlîbûna sed jinên Şehba berxwedaniya xwe nîşan dan. Serdan ji aliyê gelê Şehba, navçeya Şehba, yekîtiya jina azad a Şehabayê, Endamên Sazî, Meclîs  û Komîn çêdibin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, axaftin li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Fatimê Cefo, li ser navê Yekîtiya Jina azad a Şehbayê Semîre Osmet, li ser navê Meclîsa Kantona Şehbayê Îman Oso hat kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser berxwedana zindanan û wiha gotin: "Em jinên Şehba xwedî li xwesteka çalakvanên greva birçîbûnê derdikevin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd e, ew Rêberê hemû gelê bindest e, em ê pergala Îmraliyê bi îradeya jinên Efrîn û Şehbayê hilweşînin û Serok Apo azad bikin, em ê heya dawiyê li ser piyan bin û di nava çalakiyan de heta tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin."
 
Gelê ku beşdarî çalakiyê bûne guhdarî dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyla Guven û Hacer Xelîl kirin. Paşê bi riya şano Tevgera Çand û Huner ya Kantona Şehbayê berxwedaniya xwe ji çalakvanên greva birçibûnê re dan nîşandan. Paşê semîner ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Cebo li ser dîroka jin û dîroka koletiya jinê ji aliyê hêzên desthiladar û berxwedana wê li hember vê bindestiyê û berxwedaniya Leyla Guven jî bû sembolek ji hemû jinan re hat dayîn. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin 
 
'Em li ser şopa Mazlûman û Leylayan dimeşin'
 
Rêveberiya Komîteya Kar û Bar a Civakî ya Kantona Şehbayê Fatimê Cemo wiha xwedî li xwesteka Leyla Guven derket û got: "Em jinên Şehba tevlî çalakiya Kongreya Star bûne ji bo xwedîderketina li berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê ji bo tecrîda giran li ser Serok Apo were şikandin. Em vê tecrîdê şermezar dikin, em li ser şopa Leyla Guven û Mazlûm Dogan dimeşin. Leyla Guven bû sembolek ji jinên Kurd re,  ji ber canê xwe fedayî azadiya Serok Apo kir, em jî heya dawiyê bi Leyla Guven re ne."
 
'Çalakiya Greva Birçîbûnê bi pêşengtiya jina xwedî îrade û hêz dest pê kir'
 
Rêveberiya Navçeya Fafîn Nisrîn Şêxo wiha vegot: "Em jinên Şehba û Efrîn xwedî li berxwedana zindanan derdikevin, çalakiya greva birçîbûnê bi pêşengtiya jina xwedî îrade hêz û vîn tê kirin, em jî xwedî li xwesteka Leyla Guven derdikevin."
 
'Em ê berxwedana xwe ji cîhanê re nîşan bidin'
 
Koordînasiyona Yekîtiya Jina Azad a Navçeya Ehres Rehîma Elo axivî û got: "Em tevlî vê çalakiyê bûn ji bo ji cîhanê re bidin nîşan ku Leyla Guven û rêhevalên wê ne bi tenê ne, em hemû Leyla û Nasir in, em ê bi yek destî û bi yek rihî berxwedana greva birçîbûnê berdewam bikin, ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin."