Parlamenter Gokay Akbulut: Gelo haya hikûmetê jê heye?
- 11:06 24 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Elmanyayê, Gokay Akbulut li ser grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdê pêşniyazpirsek da hikûmeta Almanyayê.
Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) li Parlamena Federal a Elmanyayê, Gokay Akbulut li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyazpirsek da hikûmetê.
Di pêşniyazpirsa xwe de Gokay ji hikûmetê dipirse ka haya wê ji xwepêşandanên Kurdan li Elmanyayê yên ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê heye yan na. Wê wekî din pirsî ka gelo alîkariyeke konsolosiyê heye bi welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê di hepsê de di greva birçîbûnê de û weke mînak jî navê Erdener Demirel hilda.
Gokayê wekî din ji hikûmeta federal pirsî ka heta niha li ser grevên birçîbûnê wê çiqasî peywendî daniye bi nûnerên Tirkiyeyê yên fermî re û xwest heger peywendî hatiye danîn li ser mijarê, kesên peywendî bi wan re hatiye danîn, bi tevahiya fonksiyonên wan bi nav bikin.