Çalakiya greva birçîbûnê koma 54'an dewir girt

  • 10:44 24 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva bîrçîbûnê  ya bê dem û bi dorveger bi hemû biryardariya xwe didome, çalakiya koma 53’an dewrî koma 54’an hat kirin.
 
Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengitiya Leyla Guven çalakiyên girevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatibûn destpêkirin. Ji 16'ê Kanûna 2018'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî dest bi çalakiyên gireva birîçîbûnê yên bêdem û dorveger kiribûn. Îro berî koma 53'an çalakiyê dewrî koma 54’an bike ji bo tekoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê koma 53'yan  Mamoste Beşir Taş axivî û wiha got. Me bi vê niyetê dest bi çalakiyê kir ku ev tecrîda li ser Rêbertiya ma rabe û azad bibe em pê re bijîn. Niha bi hezaran rêhevalên me di çalakiyên gireva birçîbûnê de ne ev heval ji me re bûne pêşengê vê berxwedanê em jî niha şopdarê vê berxwedana wan in. 
 
Mamoste Beşîr Taş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Hevalên ku li pişt me beşdarî çalakiyê dibin em berxwedana wan silav dikin. Ji do de em kelecanekê dijîn, ji ber me dîsa agahî ji Rêberê xwe girt.Em di wê bîr û bawariyê de ne ku ev berxwedan wê bi ser keve, ji ber sonda me ev e heta ku tecirîd bi dawî nebe wê ev berxwedana me nerawest e. Em ê bi Rêberê xwe re azad bijîn."
 
Dewirgirtin bi dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Biji Berxwedana Zindanan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.