11 kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin ew ê sewqî edliyeyê bên kirin

  • 10:23 24 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji bo balkişandina grevên birçîbûnê dayikên girtiyan xwestibûn ku daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîş kiribûn û di encamê de Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur û dayikên girtiyan jî di nav de 11 kes hatibûn binçavkirin. Karê îfadeyê yê 11 kesên ku hatibûn binçavkirin bi dawî bû. 
 
Do li Îzmîrê dayikên girtiya ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê xwestin daxuyaniyê bidin lê ev yek ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin û di encamê de Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur û dayikên girtiyan jî di nav de 11 kes hatibûn binçavkirin. Karê îfadeyê yê 11 kesên ku hatibûn binçavkirin bi dawî bû. 
 
Piştî kontrola tenduristiyê kesên ku hatibûn binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr û nav û hejmara kesên hatin binçavkirin diyar bû. 
 
Kesên di bin çavan de ne navên wan wiha ne:"Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, Endama Meclîsa Jinê Semra Uzunok, Endamê EGE TUHAYDER'ê Mazlum Koç, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Velat Yalçinkaya, Cemal Bulut, Helin Kiliç (16), Yigit Şakir Ozdemir, Oktay Çelik, Dayikên girtiyan, Hazal Yaşar, Leyli Tikan (70). 
 
Tê payin ku îro 11 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin.