Dayikên laçik spî li London û Zurichê çalakî pêk anîn
- 10:22 24 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiyên mirinê heman demê xwedî li dayikên laçik spî derbikevin li London û Zurichê çalakî li dar xistin. Polîsan êrîşê çalakiya Zurichê kir û 2 kes binçav kirin.
Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Londanê Meclîsa Jinan a Roj û li Zurichê jî Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re û Meclîsa Jinê ya Bêrîtanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya Zurichê polîs êrîşê çalakiyê kir û 2 kes binçav kir.
Meclîsa Jinan a Roj ji bo xwedî li daxwazên dayikên laçik spî derbikevin û êrîşa li hemberî dayikan şermezar bikin li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Green kom bûn. Dayikên ku bi laçik spî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş tu carî nikare jinan rawestîne û wiha hat gotin: “Êrîşên li ser dayikan şermezar dikin. Hevrêyên me yên di grev û rojiya mirinê de derb dikin û dayikên me li kolanan bi şîdet û îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Faşîzim wê bi berxwedanê têk biçe.” Dayikan çalakiya xwe bi dirûşman bi dawî kirin.
Polîsan li Zurichê êrîşî çalakiyê kirin
Li bajarê Zurichê yê Swîsreyê, ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek pêk hat. Lê polîs êrîşê çalakiyê kir û 2 kes binçav kirin. Çalakî ji hêla Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re û Meclîsa Jinê ya Bêrîtanê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li navenda Zurichê çalakiyek pêk anîn. Gelek kes tevlî çalakiya li ber Glabusê bûn.
Bi hinceta ku 'çalakî bê destûr hatiye kirin', di dema ku çalakî bi dawî dibû polîsan xwestin nasnameya çalakgeran kontrol bikin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û alozî derket. Di encamê de 2 kes hatin binçavkirin. Çalakger binçavkirinan şermezar kirin.