Avşîna li girtîgehê rojê nabîne bersivê nade dermankirinê
- 09:15 24 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Avşîn ya yek salî ku nexweşa hemanjîom e û bi dayika xwe Hulya Usanmaz re 6 mehe girtiye du hefteyan carê nerehet dibe û ji ber rojê nabîne, derman jî bandor nake û nexweşiya wê her diçe pêş dikeve.
Hulya Usanmaz ya li navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijiya bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat darizandin û 6 sal û 7 meh ceza lê hat birîn, di meha Kanûnê de şandin girtîgehê. Hulya ku hevseroka HDP’a Artukluyê ye, 3 zarokên wê hene. Hulya şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêfdînê û neçar ma keça xwe ya yek salî Avşînê jî bibe cem xwe. Avşîn ji welîdînê de nexweş e û di bin çermê serê wê de tumor heye (hemanjîom) û hat hînbûn ku nexweşiya wê li girtîgehê giran bûye. Werimandina rûyê wê zêde bûye, rûyê wê sor bûye û ji ber tîrêjên rojê jî nabîne, derman jî fêde nakin û rewşa Avşînê her diçe xirab dibe.
Hulya ku 6 mehe bi keça xwe re girtiye, bi hevkariya parêzer û malbata xwe re peyamek şand û banga hestiyariyê kir. Hulyayê destnîşan kir ku divê Avşînê 3 mehan carê bibin Edeneyê û ji bo dermankirina keça xwe jî bi dehan carî daxwazname daye. Hulyayê bi lêv kir ku divê Avşîn her tim rojê bibîne û got herî dawî enfeksyon girtiye, nexweşiya wê her diçe giran dibe, rûyê wê sor dibe, diwerime.
‘Ji ber rojê nabîne derman jî bêbandor dimînin’
Bavê wê Mehmet Emîn Usanmaz bi lêv kir ku Avşîn piştî hevdîtinan dikeve krîza girî û du hefte berê ew birine beşa lezgîn û wiha pê de çû: “Keça min her tim nexweş dikeve. Rûyê wê diwerime, sor dibe. Her diçe ev zêde dibe. Tevî ku dermankirin û dermanên wê pir cuda ne jî doktor her carê serûmê didinê û dişînin girtîgehê. Ji ber nexweşiyê divê her tim rojê bibîne. Berê dermankirina bi dermanan dihat kirin. Lê êdî derman jî bandor nakin. Ji bo keça min zêdetir zirarê nebîne divê rayedar tiştên pêwist bike.”
Bavê wê daxuyakirin ku vê hefteyê ji bo aşiya wê keça xwe du rojan ji girtîgehê derxistiye û got: “Em daxwaznamê didin û derdixin lê dikare rojekê bimîne. Bêriya dayika xwe dike em dibin cem dayika wê.”
Li aliyê din jî parêzeran ji bo dermankirina Avşînê daxwaznameya taloqkirina înfazê da lê dozgeriyê red kir