Di têkoşînê de sê xwişk, sê heval
- 09:11 24 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Girtiya nexweş Ferda Îldan ku nîvê jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, li dijî tecrîdê ji 1’ê adarê de ye di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ferda wiha dibêje: “Em ji serkeftinê wêdetir şans ji xwe re nadin nasîn. Ez xwe wek jinekê azad û kêfxweş hîs dikim.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin didomin. Yek ji van girtiyan jî girtiya nexweş Ferda Îldan ya ji 1’ê Adarê de tevlî grevê bûye. Ferda li girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê girtiye û nexweşiyên wê yên dil, hepatît B û ji kezebê nerehete. Ferda tevî nexweşiyên xwe di greva birçîbûnê de ye û nameyeke ku çîroka jiyana xwe û têkoşîna xwe vedibêje nivîsî.
Nameya Ferdayê wiha ye:
“Em li Licê ya Amedê di malbateke xizan de mezin bûn. Lêgerîna nasnameyê ya 3 xwişkan di temenê biçûk de dest pê kir. Em sê xwişk di vê zemînê de nasnameya xwe pêş xist. Heraklîtos bela sedem negotiye ‘karekterê mirov qedera mirov e’. Malbata min welatparêz, xalê min di têkoşîna azadiyê de cih digirt. Vê bandor li me kir. Me her sêyan jî di dibistanên ku em li nasnameya me biyanî kirin de xwend. Wan deman sempatiya me li dijî têkoşîna azadiyê pêş ket. Me her sêyan jî komkujiya Licê ya 1993’an bi çavên xwe dît. Me her sêyan jî li pey hev di têkoşîna azadiyê de cih girt.
‘Sê xwişk, sê heval’
Mirov her tim bi xwişk û birayên xwe hene, bi wan re mezin dibin. Mirov bi wan re xeyalan dikin, hezkirinê, lêgerîn, bêrîkirinê hîn dikin. Ez û xwişka xwe Durdan di 1995’an de hatin girtin. Durdan Îldan (Rozerîn) sê mehan hat girtin. Piştî girtinê xwe pêş xist. Di 1995’an de baskên xwe ji azadiyê re vekir. Durdan Îldan di 10’ê nîsana 1996’an de di Operasyona Atmaca de şehîd ket.
Xwişka min ya biçûk Rojbîn Îldan (Jiyan Şer Amed) piştî ku Rozerîn şehîd dikeve ew jî biryar dide tevlî bibe. Her tim Rozerînê di dilê xwe de dijî. Jiyan 20 sal şûnde di berxwedana Sûrê ya Amedê de cih girt. Jiyan û Çiyager di heman komê de cih digirtin. Jiyanê li wir bi awayekî fedayî têkoşîn da û di 28’ê Adara 2016’an de şehîd ket.
‘Ez xwe kêfxweş û azad hîs dikim’
Ez 25 sal in li di girtîgehê de me. Ev 20 sal in min tu car tecrîda li ser rêbertiyê qebûl nekir. Ez li dijî tecrîdê bûm. Min tu car destur neda ku di dilê min de tecrîd normal bibe. Mirov nikarin wekê ku tiştek tune tevbigerin. Min di berxwedana 2012’an de jî cih girt. Ez bi vê serbilindim. Dawî çi dibe bila bibe ez bawer dikim ku em ê biser bikevin. Heta daxwazên me neyên qebûlkirin, bedel çi dibe bila bibe ez ji bo her tiştî amade me.”