'Xwendekaran zindan veguherandin cihê perwerdeyê'
- 09:03 24 Gulan 2019
- Rojane
Tulîn Muhemed
ŞEHBA - Têkidarî mijara perwedeyê ya li Şehbayê de mamosteyên KPC'ê diyar kirin ku ji bo pêşketina civakê perwerde pêwist e û wiha gotin:"Perwerde ji ber ku qedera civakê diyar dike loma divê em gelekî girîng bibînin. Niha li Şehbayê dest bi azmûnên dawiya salê kirine. Xwendekar tevî hemû zehmetiyan dev ji perwedeya xwe bernadin."
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin şûnde gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û li berxwedana xwe didomînin. Li Şehbayê têkoşîna jiyanê didome. Yek ji qada têkoşînê jê perwerde ye. Xwendekarên ku perwerde dibin tevî hemû zehmetiyan li berxwe didin. Têkildarî mijarê de Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) bi lêv kirin ku ew heta ji destên wan tê ji xwendekaran re dibin alîkar û wiha gotin:"Ev têkoşîna perwerdeyê jî dê ji dijmin re bibe bersiv. Heta Efrîn bê rizgarkirin em ê her dem têkoşîna xwe di her qadê de bidomînin."
'Xwendekaran zindan veguherandin cihê perwerdeyê'
Mamosteya bi navê Pêrwîn Hiso li ser îradeya xwendekaran wiha got: "Em di dibistana Ehdasê de xwendekaran fêrî zimanê wan dikin. Ev dibistan di dema rejîma BAAS'ê de cihê îşkence û lêdanê bû. Lê niha xwendekaran zindan veguherandin cihê perwerdeyê. Xwendekarên me bi astek baş derbasî ezmûna dibin. Ew her dem li berxwe didin."
'Bi moral û vînek mezin ezmûn derbas dibin'
Her wiha mamosteya bi navê Rûxaş Memo jî wiha got: "Di dîroka 18'ê Gulanê de me dest bi ezmûnên xwendekarên navînî û amadahiyê kirin. Ezmûn bi encamek baş derbas dibe. Xwendakar jî bi moral û vînek mezin ezmûnan derbas dikin."
'Xwendekarên Efrînê berxwedana xwe ranawestînin'
Mamosteya Çand û Exlaq Rûken Husên li ser dibistanê axivî û got: "Ev bû salek di dibistana Ehdas de perwerdeya xwendekaran tê dayîn. Di destpêkê de ev dibistan cihê zindanê bû û zarokên temen biçûk tê de îşkence didîtin. Lê xwendekaran kedek pir mezin dan heta ev zindan veguhertin dibistanan. Ev perwerde jî wê bibe bersiv ji dijmin re. Xwendekarên Efrînê berxwedana xwe ranawestînin û wê her û her berdewam bikin heta Efrînê rizgar dikin."