'Ji bo zewaca di temenê biçûk de ji holê rabe divê civak baş bê perwerdekirin'
- 09:01 24 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Zaroka bi navê Ebîr Hemo ya ku bi darê zorê hatibû zewicandin, ev tiş qebûl nekir û berê xwe da mala jinê
Beriya ku şoreşa Rojava dest pê bike jin rastî qetikirin, êşkence û astengiyan dihatin. Lê di destpêka şoreşê de ji bo ku li dijî bûyerên qetilkirin û êşkenceyên ku di derheqê jinê tên kirin de, têkoşînek mezin bê kirin û rê li hemberî van bûyeran bê girtin, xebat hatin meşandin. Bi vê yekê girêdayî pêşniyar hat kirin ku ji bo mala jinê bê kirin.
Di Mijdara sala 2014’an de pêşniyara ji bo vekirina mala jinê hat pejirandin û hat vekirin. Cara yekem mala jinê li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê hat avakirin. Armanca vê navendê ew bû ku jin mafê xwe bi dest bixin û zihniyeta zayendperestî ji nava civakê rakin. Her wiha bi derketina hin zagonên di derbarê mafê jinê de, hat armancakirin ku rê li ber zewaca bi temen biçûk, li neheqiyê û îşkenceyan bê girtin.
Gelek kesên ku xwedî hişmendiya zayendperest e li dijî van zagonan rabûn. Navenda mala jinê wê demê pir astengî û pirsgirêk jiya. Her ku dem derbas bû û bi destpêkirina perwerdeyên li taxan û saziyan ev hişmendiya ku bi hezar salan di serê civakê de hatibû rûniştandin hêdî hêdî hat guhertin û hin zagonên ku hatibûn hilbijartin hat qebûlkirin.
'Ji bo zewaca di temenê biçûk de ji holê rabe divê civak baş bê perwerdekirin'
Di derbarê bûyerên berdanê û zewaca bi temenê biçûk de ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Hesekê Neîma Mehmûd da zanîn ku zewacên di temenê biçûk li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku em zewaca di temenê biçûk de ji holê rakin pêwîst bû ku em hin zagonan derxin. Zewaca di temenê biçûk de bêtir di nava Ereban de heye. Bi taybet malbat û bi vê yekê civak divê baş bên perwerdekirin ku ev pirsgirêka zewaca di temenê biçûk de ji holê bê rakirin. "
'Bandora pirsgirêkên malbatê ya li ser zarokan'
Neîmayê bal kişand ser pirsgirêkên di nava malbatê de û wiha got: "Ji ber ku dayik di temenê biçûk de tê zewicandin ev tişt dihêle ku pirsgirêk di navbera dê û bav de derkeve û bandorek neyinî li ser zarokan dike û ji ber ku ev hişmendî di serê dê û bav de hatiye rûniştandin û mafê jinê hatiye çewisandin ev yek bandorek neyînî li ser zarokan jî dike. Ji bo zewaca di temenê biçûk de cezayê girtinê yê ji 6 heyvan heta salekê û cezayê pereyan di derheqê bav, hevjîn û mele de tê birîn. Her wiha pirzewac jî qedexe ye.”
'Bila zarok zaroktiya xwe bijîn'
Neîma bang li hemû malbata kir ku zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Bi zarok zaroktiya xwe bijîn û malbat bihêlin ku xwendina xwe berdewam bikin ji bo ku di siberojê de bibin xwedî pîşe û bi zilmê rû bi rû nemînin."
Zaroka bi navê E.S.H ya di temenê 14 salî de bi zorê hatiye zewicandin wiha got: “Dema ku temenê min şeş salî bû bavê min diya min berda û cara duda zewicî. Bavê min hemû êşkence li ser min kir û nehişt ku ez bixwînin her tim min dûrî perwedeyê dixist. Di wî temenê min ê biçûk tenê min fêrî karê malê kirin. Dema ku temenê min bû 14 salî bavê min xwest ku ez bi kurê apê xwe re bizewicim dema ku min ev biryar nepejirand min tirsand ku min bikûje û min bi darê zorê zewicand. Piştî zewaca min bi çar rojan ez reviyam û çûm mala jinê ji bo parastina min bikin û zaroktiya xwe bijim.”
'Ez bi hêvî me pirsgirêka min çareser bibe'
E.S.H da zanîn ku ew dixwaze bixwîne û wiha got: "Bavê min qet nehişt ku ez bixwînin ji ber vê min biryara xwe daye ku ez ê dest bi xwendinê bikim. Ez bi hêvî me ku malbat zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin."