‘Dayik bûn sembola têkoşînê'
- 17:17 23 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Jinên endamên SKM'ê çûn serdana dayikên li Enqereyê û wiha gotin: "Li vî welatî li dijî pêkutiyên antîdemokratîk dayik li ber xwe dan û bûn sembola têkoşînê."
Çalakiya dayikên Laçikspî yên Enqereyê ku li meclisê dan destpêkirin, li Avahiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 10'emîn de berdewam dike. Endamên Meclîsa Jinan a Sosyolîst îro çûn serdana dayikan. Piştî serdena SKM'ê dayikan çûn serdana Komeleya Piştewanî û Çanda Dersîmiyan.
Endama Meclîsa Giştî ya SKM'ê Bîrsen Kaya diyar kir ku di siyaseta Tirkiyeyê de dayik rolek girîng lîst. Birsen di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di vê pêvajoyê de rola dayikan pir girîng bû. Pêvajoya ku bi tecrîdê dest pê kir, li girtîgehan li dijî tecrîdê berxwedan pêk hat û niha berxwedan daket qadan. Dayikên me li dijî pêkanînên antîdemokratîk bûn sembola têkoşînê. Di rastiya têkoşîna azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê de gelek bedelên giran hat dayîn. Em bi hêvî ne ku tecrîd ji holê rabe, girtîgeh vala bibin û bi hev re ji bo azadiya wî welatî, em ê bikevin nav hewldanan."
Li ser navê dayikan Yesure Tufan axivî û destnîşan kir ku piştî ku greva birçîbûnê dest pê kir 8 kes jiyana xwe ji dest da. Yesure, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dikarin zarokên xwe yên din ji mirinê rizgar bikin. Duh parêzer çûn Îmraliyê û ev tişt ji bo me hêviyek e. Bi saya zarokên xwe niha hejmara me ya dayikên berxwedêr gihaşt bi hezaran."
Dayikan piştî serdana jinên SKM'ê çûn serdana Komeleya Piştewanî û Çanda Dersîmiyan. Di serdanê de li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û bal kişand ser têkoşîna bi hev re.
Serokê komeleyê Yaşar Kilavuz di serdana dayikan de axivî û destnîşan kir ku êrîşa li hemberî dayikan nayê qebûlkirin û wiha got: "Dayik ji bo greva birçîbûnê bi dawî bibe li qadan di nav çalakiyan de ne. Ji ber ku medya di destê hikûmetê de ne, kesên din dengê dayikan nabhise. Em her tim piştgiriyê didin berxwedana we."