Huda Kaya: Ev têkoşîna ya Tikriyey û pêşeroja gelên me ye
- 16:57 23 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, tevli çalakiya dayikên ku li pêş Girtîgeha Umraniye kom bûn bû û wiha got: "Ger ku aştî û aramî bê vî welatî wê bi têkoşîna dayikan bê. Ev têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e. Ji bo Tirkiye û pêşeroja gelên me ye."
Gelek xizmên girtiyan ên Stenbol, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li pêş Girtîgeha Tîpa L a Umraniye daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî amade bûn.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, diyar kir ku têkoşîna dayikan ne tenê ji bo zarokên wan e û wiha got: "Niha li çar aliyê Tirkiye malbat li pêş girtîgehan daxuyaniyê didin çapemeniyê. Dayik Îro jî li pêş Girtîgeha Umraniye ne. Dayikan bi zarokên xwe re hevditin kirin û silavên girtiyan anîn. Dayikên Laçikspî yên li pêş girtîgehê kom dibin, ji bo welatê me û gelê me qet ne talûke ne. Ev çalakiya dayikan wê aştî, aramî û pêşketinê bîne Tirkiyeyê. Ji bo pêşeroja gelên me û Tirkiyeyê."
Piştre dayika Halit Yagiz ê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye, Ayşe Yagiz axivî. Ayşe, diyar kir ku moralê girtiyan gelek bilind bû û wiha got: "Em bang li Wezareta Dadê û CHP’ê dikin. Em dixazin bi lez gavan bavêjin. Em bi Laçikên Spî sembola aştiyê ne. Em li pey zarokên xwe û Leyla Guven in. "
Dayikan piştî daxuyaniyê bi dirûşmên "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin û belav bûn.