Dayikên li Liceyê bi êrîşê re rû bi rû man: 2 kes hatin binçavkirin

  • 16:07 23 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya dayikan ên li Liceyê bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma û 2 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Liceya Amedê dayikên girtiyan ji bo balê bikişinin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê 18 roj in li ber xwe didin û çalakiya rûniştinê pêk tînin. Dayik li Parka Çarşiyê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan”, “Her der zindan her der berxwedana” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" kom bûn. Welatiyên derdorvê û ciwan jî piştgirî da çalakiya dayikan. 
 
Polîsan xwest dayik çalakiya xwe bi dawî bikin, lê dayikan bertek nîşanî polîsan da û çalakiya xwe domandin. Li hemberî helwesta polîsan welatiyên derdorê û ciwan bertek nîşan da. Li hemberî bertekan polîsan bi ava şîd êrîşî dayikan kir û gelek kes hatin derpkirin. Di çalakiyê de 2 kes hatin binçavkirin.