Dayikên li Wanê li gel astengiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn

  • 15:50 23 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo ku balê bikşînin ser tecrîtê, rojiya mirinê û greva birçîbûnê 3 roj in li gel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê pêk tînin. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin li perqa Mîllî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk bînin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan. Li gel astengiya polîsan dayikan li ber xwe da û çalakiya xwe pêk anîn. Dayikan diyar kirin ku heta ku ew digihîjin armanca xwe dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Çalakiya dayikan bi dirûşmeya “Bijî berxwedanan zindanan” bi dawî bû.