Malbatên li Gebzeyê: Zarokên me li girtîgehan em jî li dervê hatine tecrîdkirin
- 15:10 23 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê carek din berê xwe dan Girtîgeha Gebzeyê. Malbatên ku ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin wiha axivîn: "Zarokên me li girtîgehan, em ji li dervê hatine tecrîdkirin."
Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê berê xwe dan Girtîgeha Gebzeyê. Malbat 45 roj in di nobetê de nin. Malbatan li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz Kaya, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî tevlî çalakiya malbatan bûn û piştgirî da malbatan.
Malbatan li maşîneyan siwar bûn û berê xwe dan Girtîgeha Gebzeyê. Malbatên ku nêzî girtîgehê bûn ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Malbatên ku ji maşîneyê pêyabûn ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Malbatan ji polîsên ku dora wan dorpêç kirin re wiha axivîn: "Hûn dibêjin tecrîd çî ye? We niha dora me dorpêç kiriyê û ev tişt tê wateya tecrîtê . Zarokên me li girtîgehan em jî li dervê hatin tecrîdkirin."
Malbatan diyar kirin ku dê carek din bên û çalakiya xwe bidomînin.