‘Em ê bibin şopdarên pêvajoyê’

  • 15:04 23 Gulan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêveberên Egitîm - Senê, derbarê Alîkarê Mudur B.E. yê  ku li dibistaneke Cizîrê xwendekar tacîz kirin de bi rayedarên Muduriyeta Perwerdeya Millî ya Naveçyê re hevdîtin kirin. 
 
Rêveberên Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Egitîm -Sen), derbarê Alîkarê Mudurê Lîseya Anadoluyê ya Cizîrê B.E. yê ku peyamên bi naveroka zayendî ji xwendekaran re şand û zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin de bi Rayedarên Muduriyeta Perwerdeya Millî ya Navçeya Cizîrê re hevdîtin kirin .Serkreterê Giştî yê Egitîm - Senê Vedat Kaya û Sekreterê Giştî yê Malî yê Egtîm - Senê Ahmet Karagoz jî di nav de rêvberên sendîkayê, piştî hevdîtinê li avahiya xwe ya li Cizîrê daxuyanî dan. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de Serokê Egitîm - Sena Cizîrê Muzaffer Yildirim axivî. Muzaffer, anî ziman ku ji bo bûyera îstîsmara zayendî ser wê neyê girtin îro bi  Midûriyeta Perwerdehiya Millî  re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Di hevdîtinê de tiştên ku me dikin fikaran me anîn ziman. Me xwest ku ji bo parastina zarokan tişta pêwist bê kirin. Li gor îdîayan dixwazin ku ser vê bûyerê bigirin. Lê ji bo ser bûyerê neyê girtin tişta ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Em ê bibin şopdarên vê pêvajoyê’
 
Piştre Sekreterê Giştî yê Egîtîm  -Senê Vedat Kaya axivî û wî jî bi lêv kir ku wan berê jî bi rêxistinên sivîl ên civakî re ji civakê re hin nirxandinan kirine û wiha domand: “Em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê. Ji ber ku li Tirkiyeyê  bûyerên êrîşa zayendî ên ku bi vî rengî tên jiyîn ji ber polîtîkayên tên pêşxistin e. Ev bûyer encama zihniyet û pergala ku vî welatî rêve dibe ye. Em ê li dijî van bûyerên êrîşa zayendî heta dawî têbikoşin û nehêlin ku ser van bûyeran bê girtin. Em dibînin ku kesên tecawizkar tên parastin û kesên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine jî mexdûr dibin. Bang dikin û dibêjin destên xwe ji ser zarokan û jinan bikişînin. Destên xwe yên girêj nedin zarokan. Ji bo ku em derbarê bûyerê de agahiyan bigirin em çûn Midûriyeta Perwerdehiya Millî. Li gorî agahiyên ji me re hatin dayîn hat diyarkirin ku derbarê gûmanbar de lêpirsîna edlî hatiya vekirin û di encama  lêpirsînê de ji kar hatiye dûrxistin.”
 
‘Em ê tu carî bêdeng nemînin’
 
Herî dawî jî Sekretê Malî yê Giştî yê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz axivî. Ahmet jî diyar kir ku bûyerên êrîşa zayendî yên li dijî zarok û jinan bi awayekî sistematik zêde bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bûyer ji bo me gelek girîng e û em ê bibin şopdarên vê pêvajoyê. Heta ew kes neyên cezakirin em ê nesekinin. Em ê tu carî bêdeng nemînin.”