Şadiye Manap a girtî: Pêdiviya gelan bi Abdullah Ocalan heye

  • 13:46 23 Gulan 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Şadiye Manap ji 2'yê sibatê de li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye. Şadiye di nameya xwe de wiha got: "Heke mirov bi azadiyê bawer be û ji bo wê li ber xwe bide dê bi moral be. Heke li cihekî 7 hezar girtî di grevê de bin ew asta moral û azadiyê nîşan dide."
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê didomin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 197 roj in di grevê de ye. Her wiha di 1'ê adarê de grev li hemû girtîgehan belav bû û nêzî 7 hezar girtiyan dest bi grevê kirin. Dîsa di 30'yê nîsanê de 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin û di 10'ê gulanê de jî 15 girtiyên din dest bi rojiya mirinê kirin. 
 
Şadiye Manap 27 sal in girtiye û li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîdê ji 2'yê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Şadiye bi nameya xwe bersiv da pirsên ajansa me. Şadiyê di nameya xwe de bal kişand ser deklarasyona Dolmabahçeyê û wiha got: "Piştî hilweşandina masaya diyalogê, li hemberî birêz Abdullah Ocalan tecrîd hat girankirin û aştiya ji bo Tirkiyeyê ji holê rabû. Pevajoya şer dest pê kir. Tecrîd tê wateya şer û xwînê. Di sala 2013'an de dema hevdîtin pêk dihat 3 jinên kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Piştre derket holê ku bi destê MÎT'ê qetlîam pêk hatiye. Kuştina polîsên li Serêkaniyeyê, bû propagandaya dewletê. Êdî plana 'Têkbirinê' ket dewrê."
 
Şadiye di nameya xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatî destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtîgeh 24 saetan tê şopandin, ji ber vê sedemê divê em xwe biparêzin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Bedena me dibe çeka me. Dema ku mirov azadiya civakê binirxine û baştir ji gel re ragihîne, dê çalakiyên ku pêk tên betir xwedî derketinê derdixin holê. Divê birêz Abdullah Ocalan ji qanûnên ku heyî sûdê bigire û ji bo vê jî bedelên mezin hewce ne. Ji bo birêz Abdullah Ocalan mafê xwe bikarbîne niha 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne."
 
'Cihekê ku zilm hebe li wê berxwedan jî heye'
 
Şadiye, wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ez li gel birêz Abdullah Ocalan mam. Min nirxandinên birêz Abdullah Ocalan guhdar kirin û min li gel wî perwerde dît. Abdullah Ocalan ji bo me digot; ‘Me bidin nasandin ji gelê bindest re û mirovatiyê re bidin nasandin. Berpirsiyariya we divê ev be' Felsefeya me jiyaneke demokratîk û bi hev re jiyan e. Lê em baş tênegihîştin û tişta pêwist me nekir û ji ber wê em deyndar in. Em bi israrin ku divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe."
 
Şadiye, da zanîn ku di dîrokê de tenê greva birçîbûnê ya di sala 2012’an nîne û wiha dirêjî da nameya xwe: "Di dîrokê de gelek grevên birçîbûnê hene. Ya herî girîng jî Bobby Sands û ya rêhevalên wî ya ÎRA’yê bû. Rojiya mirinê ya 14'ê Tirmehê jî girîng bû. Çawa Kawayê Hesinkar, Spartacus, Hallaci Mansûr, Manî, Babek bi ser ketin çalakiya 14'ê Tîrmehê jî bi ser ket.  Hîn berxwedan hene ku bi şert û mercan pêk tê. Divê ji bo têkoşîna demokrasiyê greva birçîbûnê nebin, lê heke li cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kurd ji bo têkoşînê dikevin greva birçîbûnê ev tişt tê wateya asta zilma heyî. Îro malbat ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di grevê de ne tên binçavkirin û tên girtin. Ev wahşeta li hemberî mafên mirovan e. Welatê me bûye girtîgeha ser vekirî. Ji ber vê sedemê girtî mafên xwe yê berxwedanê bi kar tînin. Di serî de divê malbat, gel û yên bindest piştgiriyê bidin berxwedanê. Tenê bi berxwedana me serkeftineke civakî dernakeve holê. Mafê civakê yê berxwedanê heye. Ji bilî greva birçîbûnê mafêkî girtiyan nîne ku têbikoşin. Heke gelê me hêza xwe nîşan bide dê rewş cudatir bibûya."
 
'Ji bo serkeftinê rêxistinbûn girîng e'
 
Şadiye di nameya xwe de bal kişand ser pêkutiyên li girtîgehan û wiha got: "Tecrîd li girtîgehan jî tê kirin. Gelek pêkutiyên dijmirovî tên kirin. Li gelek girtîgehan îşkenceya fîzîkî tê kirin. Ji bo şiniktiyê ji îktîdarê re bikin rayedarên girtîgehê wekî Esat Oktay tev digerin. Li gorî sala 2012’an em niha bêtir bi tecrûbe ne. Di sala 2012’an de hêj li Sûr û Cizîrê qetlîam pêk nehatibûn. Gelê me di sala 2012'an de paşvê gav neavêtin. Çend kêmasî hebin jî dîsa jî serkeftî bû. Gelek caran gelê me ji xwe re dibêje; ‘Em tiştekî nakin, kesek tiştek nake, ez bi tena serê xwe çî bikim?' Ev tişt dibe sedema şikandina vîna xwe. Ez di vê baweriyê de me ku dewlet bi zanetî wan gotegotan derdixe holê. Divê em li dijî wan tiştan derkevin. Ji bo serkeftinê rêxistinbûn girîng e."
 
'Daxuyaniyên çapemeniyê pirsgirêkan çareser nakin'
 
Şadiye, diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên demokrasî û azadiyê bi daxuyaniyên çapemeniyê pêk nayê û wiha bilêv kir: "Daxuyaniyên çapemeniyê çalakî nînin. Daxuyaniya çapemeniyê tenê tê wateya helwestê û dibêjin em qebûl nakin, lê li şûna wê dê çî bê kirin?  Divê em bipirsin dê ev rêbaza daxuyaniyê pirsgirêkan çareser bike gelo? Dibêjin gel çi ma bêdeng e û çima serî ranake, ez wî tiştî di cih de nabînim. Ji ber ku 40 sal in li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê berxwedanek û şerek heye, li hemberî wî jî gelê ku hatî perwerdekirin û rêxistinkirî hene. Lê têkoşîn maye di însafa daxuyaniyê û çend gotinên pêşangan. Ev tişt li hemberî gelê me xirabî ye. Gelê me bê pêşeng hatiye hiştin, lê wekî pêşeng heye tê nîşandan."
 
Şadiye Manap di dawiya nameya xwe de wiha got: "Heke mirov bi azadiyê bawer be, ji bo wê mirov dê li ber xwe bide û bi moral be. Heke li cihekî 7 hezar girtî di grevê de bin ew asta moral û azadiyê nîşan dide. Me daxwazên xwe aşkera kiribûn. Divê tecrîd bi temamî ji holê rabe, mafê gelê me yê civakî bê nasîn. Pêdiviya gelan bi Abdullah Ocalan heye."