Çalakiya greva birçîbûnê di roja heftan de didome
- 13:34 23 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Konê çalakiya greva birçîbûnê yê ku di pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan de hatiye lidarxistin, di roja heftan de didome.
Ji bo piştevaniya berxwedana Leyla Guven û hevalên ku di zindanan de ketine greva birçîbûnê, da ku tecirîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin, di pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan konê çalakiyên greva birçîbûnê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk misoger bikin" li parka 19’ê tîrmahê hate li darxistin. Di roja heftan de didome. Di roja heftan de jinên sazî û rêxistinên herêmê , Kongreya Star , YPJ’ê, Şaredariya Rojhilata Qamişlo û koKPC-D serdana konê çalakiyê kirin. Her wiha Endama Rêxistina Kongreya Star ya navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyûb û Rêveberiya Kongreya Star ya herêma Cizîrê Dalya Henan axivîn û wiha gotin: "Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên ku de zindanan de ne mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Çalakvanên ku di greva birçînûnê de ne hemû cîhan li hember îradeya wan matmayî mane. Dê ev berxwedan di rûpelên dîrokê de were nivîsandin. Çalakiya ku Leyla Guven dest pê kiriye wê vala dernekeve. Em wek gelê Kurd li seranserî Rojhilata Navîn pîştevanî didin vê çalakiyê û em ê li peyî doza xwe bin, heyanî ku em tecirîdê bişkînin."
Çalakî bi sinevîzyon, semîner û çalakiyên hunerî didome.