Li girtîgeha Panosê binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor!

  • 12:39 23 Gulan 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li gîrtîgeha Tîpa L ya Panosê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ji rojnameye heta bi pirtûkan li girtiyan hatiye qedexekirin. Yakup Turgut ê ku 84 roj in di grevabirçîbûnê de ye bi rêya telefonê tişta li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tê jiyîn ji malbata xwe re ragihand. 
 
Ji bo rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirî bû. Çalakiya Leylayê di roja 197’an de didome. Li girtîgehên heremê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Li gel grevên birçîbûnê zext û êrîşên li ser girtiyan ji zêde bûn û ji girtiyan re vîtamîna B1 û B komploks nayê dayîn. Li girtîgeha Tîpa L a Panosê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve jî ji rojnameyan bigire heta bi pirtûkan ji girtîyan re nayê dayîn û tiştên heyî yên li girtiyan jî tên desteserkirin.  Herwiha hat îddakirin ku ji girtiyên di greva birçîbûnê de re ava kanalîzasyonê tê dayîn. Malbata Yakup Turgut yê ku li tîpa L a Panosê  di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan zilmê dike û bang li rayedaran kir ku vê zilmê bi dawî bikin. 
 
‘Rojname,radyo,pirtûk, lênûsk û pênûsên girtiyan desteser kirine’
 
Jinbira Yakup Hayriye Turgut bi lêv kir ku Yakup bi rêya telefonê bi wan re têkilî daniye, gotiye ku li girtîgehê binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor û wiha axivî;” Yakup ev 14 sale di zindanê de ye û ev 84 rojin di greva birçîbûnê de ye. Duh li me geriya û rewşa  girtîgehê ji me re ragihand. Yakup diyar kir ku li girtîgeha Panosê  tundî û êrîşeke mezin li ser girtiyan heye. Rêvebirê girtîgehê her şev êrîş ser koguşên wan dike. Yakup ji me re got ku di dema jimartinê de jî jimariye leşkerî li wan tê ferzkirin û anî ziman ku ji wan re ferman didin û dibêjin hûnê mîna leşkeran bimeşin, kincên wan li  xwe bikin. Li gorî tişta ji me re hat ragihandin, rojname,radyo,pirtûk, lênûsk û heta bi pênûsên girtiyan jî ji aliyê rêveriya girtîgehê ve hatine desteserkirin. Rojê 2 caran êrîşî ser  ser qawîşên wan  dikin û di koguşê de lêgerîn dikin. Bi her lêgerîna li qawîşê re   kincên girtiyan û heta bi nivînên wan tên belavkirin. Zilmeke mezin li girtîgeha Panosê li ser girtiyan heye.”
 
‘Ji girtiyan re ava kanalîzasyonê tê dayîn’
 
Hayriyeyê di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku ava qirêj ji girtiyan re tê dayîn û wiha got:” Ji girtiyan re ava kanalîzasyonê tê dayîn. Ew ava ku didin girtiyan behna nexweş jê tê. Ji  girtiyan re vîtamîna B1 û B komploks nayê dayîn. Dermanên wan nadin wan. Dema nexweş dikevin ji bo revîrê daxwaznamê didin, daxwaznameyên wan ji aliyê rêveberya girtîgehê ve tên betalkirin.  Ger ku ji  girtîgeha Panosê agahiya mirinê bê kujer rêveberiya girtîgehê ye. Îşkenceyê li girtiyan dikin. Em wekî malbat bi girtiyên xwe serfiraz û serbilind in. Divê daxwaza wan bê cih û ev tecrît, zilm û êrîşa li ser girtiyan bi dawî bibe. Em azadiyê û aşitiyê dixwazîn. Êdî bes e."