'Em ê ji bo perwerdeyê her zimanê dayikê bingeh bigirin'
- 12:16 23 Gulan 2019
- Rojane
Sara Şex Hesen
HELEB - Xwendêkarên dibistana seretayî ya taxa Şex Meqsud û Eşrefiyê yên Bajarê Helebê dest bi ezmûnên dawiya salê kirin.
Xwendekarên dibistana seretayî dest bi ezmûnên dawiya salê kirin. Yek ji wan dibistana Şehîd Qehreman ya piraniya wê zarokên ku ji Efrînê koçber bûne ne û li Helebê xwendina xwe berdewam dikin. Têkîldarî mijarê mamoste û xwendekar axivîn û wiha gotin: " Sonda me ew e ku em her tim zimanê dayikê ji xwe re bingeh bigrin û bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin. Em ê ji bo perwerdeyê her zimanê dayikê bingeh bigirin."
'Soza şopandina ziman riya xwendekaran e'
Heyfe Hesun wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di sala 2018-2019'an de nêzî 4000 xwendekarî li her du taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsudê, azmûn hat destpêkirin . Zarokên ku ji Efrînê koçberî bajarê Helebê bûne, dev ji xwendina xwe bernedan. Li vê derê bi coşek û moralekî mezin vê salê jî bi dawî dikin. Soza şopandina ziman rê û armanca xwendekaran heye."
'Em ê her tim bi zimanê xwe bixwînin'
Fuziye Osman yek ji wan xwendekaran e û hestên xwe wiha vegot: "Li Efrînê me bi zimanê dayikê xwendina xwe berdewam dikir, lê Tirk êrîş birin ser Efrînê û dagir kirin. Dijmin dixwaze zimanê me tune bike, lê em ê her dem bi zimanê xwe binivîsînin û bixwînin."
'Em nahêlînin zimanê dayikê tune bibe'
Xwendekara bi navê Cudî Hesun jî wiha axivî: "Em ji xwendinê hez dikin, em nahêlin ku bandora kesî li ser xwendina me bike. Dijmin dixwaze zimanê kurdî tune bibe, lê em nahêlin xwesteka wan bi cîh were. Em ji tu kesî natirsin û em li ku bin em ê bi zimanê dayikê xwendina xwe dewam bikin."
'Em dixwazin sala nû li Efrînê bixwînin'
Xwendekar Mihemed Eli Ibirahim jî wiha got: "Me vê salê li Helebê ezmûnê xwe dest pê kir. Em dixwazin sala nû li Efrinê bixwînin. Ji ber welatê me cuda ye. Em ji welatê xwe gelek hez dikin."