Ayten Gulsun a di grevê de ye: Bedel çi dibe bila bibe dê tecrîd bê şikandin
- 12:15 23 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ayten Gulsun a ku li Girtîgeha Gebzeyê ji 26'ê Çile heta niha di grevê de ye di nameya ku nivîsandi de wiha got:"Ji bo em faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin, ji bo em tecrîdê bişkînin em di grevê de ne. Heger tecrîd bişkê dê rêya herduyan jî vebin. Bedela çi dibe bila bibe dê tecrîd bê şikandin."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja xwe ya 197'an de ye. Di girtîgehan de bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Her wiha 30 girtiyê jî dest bi rojiya mirinê kiribûn û hîn berdewam dike. Ayten Gulsun a ku li Girtîgeha Gebzeyê ji 26'ê Çile heta niha di grevê de ye di nameya ku nivîsandi de wiha got:"Hemû civak di bin tecrîdekê de ne û divê em vê tecrîdê bişkînin."
Nameya Aytenê wiha ye:
"Ez di 1979'an de li Sasonê ji dayik bûm. Heta ez beşdarî PKK'ê bûm ez li Sasonê dijiyam. Di Gulana 1997'an de ez beşdarî nava refên gerîla bûm. Li Sasonê em li dijî cerdevanên ku kurd temsîl dikirin bûn. Ez bi meraq bûm ku Kurdistanê bidim nasîn. Ez hîn 17 salîbûm li Sasonê xebatên partiyan tune bûn. Me her gerîla li wir didîtin. Lêgerînek min çê bû. Ez di 17 saliya xwe de beşdar bûm. Ji bo ez Kurdistanê paqij û azad bikim divê ez bûbûma gerîla. Kurdistan gelek xweş e û parçeyek ji bihuştê ye. Ez 2 û nîvan di nav gerîla de mam. Di paşvekişandinê de ez hatim girtin. Ez di nava tevgerê de hînî têkoşîna jinê bûm. Fêrkirinek Rêber Apo ya bê emsal heye. Em heta ji destên me tê hewl didin ku tiştên wî fêr kiriye û destkeftiyên bi saya wî temsîl bikin. Ji bo em faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin, ji bo em tecrîdê bişkînin em di grevê de ne. Heger tecrîd bişkê dê rêya herduyan jî vebin. Bedela çi dibe bila bibe dê tecrîd bê şikandin."