Leyla Guven ne tenê ye, hemû jinên kurd Leyla Guven in

  • 10:44 23 Gulan 2019
  • Rojane
Tulîn Muhemed
 
ŞEHBA -Jinên ku tevlî çalakiya konvedana xwedî derketina li xwesteka berxwedana zindanan bûn, axivîn û gotin: "30 kes ketine rojiya mirinê û bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Bêdengiya navneteweyî berdewam e. Lê Leyla Guven ne bi tenê ye, hemû jinên kurd Leyla ne."
 
Ji bo xwedîderketin li xwesteka çalakiya Leyla Guven û rêhevalên wê Rêxistina Kongreya Star a Efrînê çalakiya vedana konê greva birçîbûnê li qada Navçeya Ehdas a Şehbayê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedaniya zindana em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin", li dar xistin û di roja xwe ya heştemîn de berdewam dike, jinên ku beşdarî çalakiyê bûn nêrînên xwe parve kirin.
 
'Em li ser riya azadiyê û aştiyê dimeşin'
 
Dayika berxwedêr Sema  Elîf Ehmed li ser berxwedana greva birçîbûnê wiha got: "Em her tim li ser şopa Leyla Guven in ya di berxwedaniya xwe de 197 roj derbaskiriye, em li ser riya azadiyê û aştiyê ne li ser felsefiya  Rêber Abdullah Ocalan dimeşin, em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin."
“Hemû jinên kurd Leylan e”
Jina bi navê Cîhan Menan ya ji Efrînê wiha axivî û got: "Em ê her û her di nava çalakiyan de bin heya xwesteka Leyla Guven pêk tê, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heya em digihêjin azadiya Rêberê Abdullah Ocalan. Leyla Guven ne bi tenê ye, hemû jinên kurd Leylan e."
 
'Em ê xwesteka şehîdên xwe pêk bînin'
 
Her wiha jina bi navê Sûheyle Mustefa jî got: "Berxwedana me wê bibe mînakek ji dewletan re, em gelê xwedî çalakiyan in her tim çalakiyên xwe bidomînin, gelê kurd xwedî îrade û vîn in kes nikare vîna wan bişkîne, em li ser şopa şehîdan dimeşin ji bo xwesteka wan pêk bînin. 30 kes ketine rojiya mirinê û bi hezaran kes ketine greva birçîbûnê lê heya niha dewletên Navnetewî bêdeng in, lê em ê berxwedana xwe li hember bêdengiyên Navnetewî mezin bikin."