Jinan li Elmanyayê tecrîd şermezar kirin
- 09:25 23 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li bajarên Munchen û Munsterê yên Elmanyayê ji bo xwedî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin çalakî hat lidarxistin.
Li bajarên Elmanyayê jin li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her wiha ji bo piştgiriya greva birçîbûnê û rojiya mirinê daketin qadan û çalakî li dar xistin. Li Munsterê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şîlan, ji bo xwedî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin li Qada Stûbengasseyê çalakiyek hat lidarxistin. Jinan gelek belavokên agahdarkirinê belav kirin.
Li Munchenê jî bi pêşengiya Komuna Jinan-Sara weke her çarşemê dûh jî stand hat vekirin, têkilî Leyla Guven û greva birçîbûnê û rojiya mirinê dowîz hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.