Pirtûka ‘Li Girtîgehan Azadiya fikr û ramanê’
- 09:18 23 Gulan 2019
- Çand û Huner
Safiye Alagaş
STENBO - CÎSST’ê, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan di navbera salên 2017-2018’an de pêk hatine kir rapor û bi navê ‘Li Girtîgehan Azadiya Fikr û Ramanê’ kir pirtûk. Di pirtûkê de der barê azadiya fikr û ramanê de çi pirsgirêk tên jiyîn û pêşniyarên çareseriyê çine cih digirin.
Komelaya Saziya Civakî ya Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) binpêkirinên mafan yên di navbera 2017-2018’an de hatine jiyîn kir pirtûk. Pirtûk ji aliyê Hîlal Başar Demîrbaş û Berîvan Korkut ve hat amadekirin û bi navê ‘Li Girtîgehan Azadiya Fikr û Ramanê’ bi Tirkî û Îngîlîzî hat weşandin. CÎSST, ev binpêkirinên mafan bi hevkariya name, malbat û parêzeran şopandin.
Hîlal Başak Demîrbaş da zanîn yek ji binpêkirinên mafan ya herî zêde tê jiyîn binpêkirina mafê azadiya fikr û ramanê ye û got ji ber pisgirêkên ku girtî dijîn, serî li xebatek wisa ne.
‘Me rapor dan meclîsê’
Hîlalê destnîşan kir ku nameyên ji girtîgehan re tên şandin tên desteserkirin û ji ber vê gazin jî bi hevkariya malbat û parêzeran pêk hatiye û wiha got: “Me bi hevkariya malbat û parêzeran nêrîna girtiyan hîn hîn kir. Me komxebatek pêk anî. Me nîqaş meşandin. Piştre me ji saziyên cuda re pêşniyar kir û me belgeyek polîtîkayê ava kir. Me ev da parlementeran û pêşkêşî meclîsê kir.”
‘Pêkanînan piştî OHAL’ê berdewam kir’
Berîvan Korkut jî diyar kir ku azadiya fikr û ramanê têgehek gelek berfirehe û bi lêv kir ku binpêkirinên di dema OHAL’ê de berdewam kirine, piştî OHAL’ê jî berdewam kiriye.
Di pirtûkê de pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn wiha hatine rêzkirin;
*Li koxuşan hejmara pirtûkan bi 5-7 heban hatiye sînorkirin.
*Pirtûkên ji bo girtiyan tên şandin nayên dayîn.
*Pirtûkan bi hevkariya kantîna derve, bi pere dixwazi bidin girtiyan.
*Gelek pirtûk tevî ku biryara wan ya qedexeyê û berhevkirinê tune jî nayên dayîn.
*Rojname û kovarên ku biryara wan ya komkirinê tune şûnde tên vegerandin.
*Kanalên televîzyonê tên sînorkirin.
*Di radyoyê de ji bilî banda FM’ê bantên din qedexe ne.
*Nameyên girtiyan û yên ji wan re tên şandin, tên desteserkirin.
*Cezayên dîsîplînê jî bi awayekî cidî zêde dibin.
*Di telefonê de tekmîl pêk tê.
*Girtiyan sewqî girtîgehên ji malbatê dûr û ev jî li pêş hevdîtinên malbatan dibin asteng.
*Mafê sohbetê yên girtiyên di koxuşên cuda de tên rakirin.
*Mafê sohbetê bi koxuşa dimîne tê sînorkirin.
*Girtiyan dernaxin bernameyên sportîk an jî tê sînorkirin.
*Girtiyan dernaxin atolyeyan an jî tê sînorkirin.
* Atolyeyên tê xwestin nayên vekirin.
Pêşniyarên çareseriyê wiha rêz kirin;
*Ji bilî rewşên îstîsna divê pirtûk bên dayîn.
*Divê ev astengî li her girtîgehê cuda pêk neyê û di van mijaran de tedbîr bên girtin.
*Divê çarçoveya sînokririnan diyar be, raye li alî maf û azadiyan be.
*Divê di radyoyan de bantên ji derveyê FM jî bên guhdarkirin.
*Divê hemû kanal ku ji biryara wan ya girtinê ya RTUK’ê daye tune, bên temaşekirin.
*Divê girtiyên biyanî xwe bigihînin weşanên bi zimanê xwe û ev bi qanûnê bikeve bin ewlehiyê
*Divê hejmara pirtûkan neyê sînorkirin
*Divê pirtûkên bi postayê an jî ji aliyê malbatan ve tên şandin bên girtin û bigihînin girtiyan.
*Divê pêkanîna bi pere girtina pirtûkan bi riya kantîna derve bê rakirin.
* Divê li dijî cezayên dîsîplînê yên der barê ragîhandinê de tedbîr bên girtin.
*Divê pêkanîna tekmîl a di telefonê de ji rêziknameyê bê derxistin.
*Divê girtiyan bişînin girtîgehên nêzî malbatên wan.
*Malbatên ji cihên dur diçin hevdîtinan divê saeta hevdîtina wan bê zêkirin.
*Divê pêkanîna desteserkirina nameyên girtiyan bê rakirin.
*Personelên di komîsyona xwendina nameyan de cih digirin, divê di vê mijarê de xwedî agahiyên têr bin.
*Divê name û daxwaznameyên girtiyan derbasî pergala hejmarê ya ewraqê bibe.
*Divê zemîna qanûnî ya ku girtî nameyên xwe bi zerfa girtî bişînin saziyên civaka sivîl, bê avakirin.