Adalet Kaya: Sedema kuştinên jinan polîtîkaya bêcezabûnê ye
- 09:14 23 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya da zanîn ku sedema kuştinên jinan polîtîkayên bêcezabûnê yên dewletê ne û wiha got: “Ya din jî hewldana normalkirina kuştinên jinan e. Ji bo yek jinek nemîne ku zirarê bibîne , em ê heta dawî têbikoşin.”
Muzeyyen Boylu qeydê Baroya Amedê bû û li navçeya Çinarê parêzerî dikir, salek û nîv berê li Doktor Mesut Issi doza destberdanê vekir û di rojên borî de ji aliyê wî ve hat qetilkirin. Bertekê li dijî qetilkirina Muzeyyenê didomin. Seroka Komeleya Jinan a Rosa, Adalet Kaya banga mezinkirina têkoşînê kir.
Adaletê destnîşan kir ku çawa agahiya qetilkirina Muzeyyenê girtine çûne cihê bûyerê û got tiştên hatine jiyîn hovîtiyek mezin e û wiha got: “Ev tiştên tên jiyîn di esasê de polîtîkayên bêcezabûnê yên dewletê ne. Ya girîng jî ev e ku kuştinên jinan tên normalkirin. Yek ji faktorên ku kuştinên jinan bê sekinandin ev e ku divê zîhniyet biguhere. Şerta pêşî ya guherîna zîhniyetê jî, ev e ku divê jin têkoşîna xwe mezin bike.”
‘Ji bo yek jinek nemîne ku zirarê bibîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’
Adaletê balkişand ser zêdebûna kuştinên jinan û got ev bûyer ji polîtîkayên şerê taybet cuda nikare bê nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her derê şîdet bê sînor didome. Divê em li dijî vê qada têkoşînê ya mezin ava bikin. Heta zîhniyet neguhere heta ku yek jinek nemîne ku zirarê bibîne, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”