Nelêrêtiyên qeyûmê şaredariya Stewrê (3)

  • 09:12 23 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî hilbijartinan şaredariya Stewrê ya Mêrdînê ji qeyûm hat girtin û lêçûnên ku hatine kirin sînoran nas nake. Bi ewraqên sexte malên nayên barkirin dane îhaleyê û di dema qeyûm de di îhaleyan de bi hezaran lîrayî zirar hatiye kirin.
 
Piştî hilbijartinan hevşaredarên HDP’ê ku dest bi xebatê kirin, di encama lêkolînên kirin de, nelêrêtiyên di ewraq û îhaleyan de hatine kirin wiha ne:
 
Mijarê îdareyê û îmarê
 
*Di 1’ê sibata 2019’an de, bi biryara 2019-2 avahiya aydê şaredariyê ji bo 10 salan tahsîlê saziya cemawerî kiriye. Şaredariyê di vir de jî zirar kiriye.
 
*Di 2’ê Adara 2018'an de bi biryara hejmara 2018-1 ereziya xezîneya mulkiyetê û parselên 259 ada 4-22 û 298 a hejmara 2 wek qada yurt guherîna planê lê hatiye kirin.
 
*Bi biryara encumenên daîmî ya hejmara 2017-4 rapora faaliyeta 2016’an hatiye veşartin dîsa bi biryara heman cemlîsê rapora faliyetê ya 2016’an, bi biryara 7’ê Nîsana 2017-19’an bi îmzeya du kesan şandine wezareta karê hundir.(îmzeya wekîlê şaredar tune)
 
Di belge û îhaleyan de nelirêtî
 
*Li gorî belgeya 20’ê Adarê a hejmar 2017-118’an der barê polîçeya sîgorteya maşîna kar û traktora 47 AR 648 û 47 AV 713, tevî divê sê pêşniyarê biha hebin 2 pêşniyarên biha hene û ji van pêşniyaran yek a Abdullah Adanir û 8 hezar û 127 lîra 20 kuruşe û ya din jî ya Îbrahîm Halîk Emek 7 hezar û 784 TL ye. Polîça divê bidana Îbrahîm Halîl Emek şaredariyê bi zirara 343,20 TL daye Abdullah Adanir.
 
*Li gorî belgeya 27’ê Adarê ji bo lênerîna wesayîtan divê 3 pêşniyarên biha hebin lê du pêşniyar hene. Ji butçeya şaredariyê 6 hezar û 765 TL hatiye xerckirin.
 
*Li gorî belgeya 6’ê hezîranê ji bo fîrmeya Rifat Gundogdu du razemenî hatine kirin û ev jî ji du fatureyên ji bo alîkariya Remezanê hatiye kirinê yanî 56 hezar û 199 TL ye. Lîsteya alîkariyê di dosyayê de tune û bi îmzeyê nehatiye teslîmkirin.
 
*Di belgeya 1’ê tebaxa 2017’an de fîrmaya Selahattîn Budan ji bo şaredariyê fatura tablotên xwarinê 12 hezar û 449 lîra û 70 kuruş birîne. 
 
*Li gorî belgeya 24’ê cotmeha 2017’an de ji bo tamîrata Mala Piştevaniya Jiyana Civakî ya Taxa Başkavak , fîrmeya ştî Ltd. ya Ozel Kardeşler 62 hezar û 870 lîra û 40 kuruş future biriye. Nameyên pêşniyara biha jî bi nelêrêtiyê hatiye kirin.