Hevserokên DBP’ê: Divê tecrîd demildest rabe
- 09:09 23 Gulan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Hevserokên DBP’ê diyar kirin ku Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê cîhanê ve tê nasîn. Aqilmendê siyasetê ye. Di vî alî de pêkanîna tecrîdê ji bo Tirkiyeyê şerma mezin e. Bêguman wê ev wisa berdewam neke. Dewlet, dereng an jî û neçare bersiva vê bide.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 197’an de berdewam dike. Hevseroka DBP'ê Enqereyê Şukriye Ercan û hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkurt der barê tecrîd û grevên birçîbûnê de nirxandin kirin.
‘Divê ev tecrîd demildest rabe’
Şukriyeyê daxuyakirin ku ji bo tecrîd rabe girtiyan dest bi grevê kiriye û got: “Tecrîd di heman demê de li ser civakê jî heye. Bloka AKP-MHP’ê kesên kedkar, karker, jin û partiyên siyasî yên ne ji wan tecrîd dike. Di siyaseta Tirkiyeyê de hinek alî Birêz Ocalan esas digirin, lê divê bi rastiya ku divê Ocalan demildest bên berdan re bên rû hev. Siyaset ne sûc e. Birêz Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e. Divê tecrîda li ser jî demildest rabe.”
Şukriyeyê destnîşan kir ku rakirina tecrîdê tê wateya azadiya siyaseta Tirkiyeyê û gelan û ev tişt daxuyand: “Birêz Ocalan ji aliyê cîhanê ve tên nasîn, ew aqilmendê siyasetêye. Ji ber vê tecrîd sûc e. Ji bo Tikiyeyê şerm e. Tecrîd li ser civaka Tirkiyeyê heye. Her kes tecrîda li ser we diaxive. Birêz Abdullah Ocalan ne siyasetmedarekî ji rêzê ye. Rêberê Gelê Kurd e. Desthilatdarî neçare kesên ji bo wî bedelê didin, muxatab bigire. An jî wê bedela vê ji bo hemû Tirkiyeyê giran be. Divê hemû kes xwedî li Birêz Ocalan û kesên di grevê de derkevin.”
‘Hikûmet wê ji windabûnên can berpirs be’
Hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkurt jî diyar kir ku grevên birçîbûnê her diçin belav dibin û rewşa gelek girtiyan krîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza hevalên me rewa û mafdar e. Li Tirkiye û Kurdistanê gel kaosek cidî dijî. Destilatdariyê çav û gûhê xwe girtiye. Ev nikare bê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê krîzek aborî û civakî heye. Hemû welat di bin tecrîdê de ye. Daxwaza girtiyên di grevê de rewa ye. Divê demildest daxwaz bên cih. Ji windahiyên can hikûmet berpirse. Dewlet dereng an jî zû neçare bersiva vê bide.”