'Belavkirina çanda lêborîn, aştî û demokrasiyê erka hemû mislimana ye'

  • 09:08 23 Gulan 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî –Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Endama Kongreya Civaka Islama Demokratîk Xilûd Ebûd teqez kir ku Islama Demokratîk înşaya civaka bi exlaq û polîtîk e û got: "Îslam ola aşîtî û lêborînê ye, li dijî kuştin û tundiyê ye."
 
Endama Kongreya Civaka Islama Demokratîk Xilûd Ebûd diyar kir ku dîroka zilma li ser jinan di serdema niha de dîsa xwe dubare dike û wiha got: "Pergala desthildariyê mafê jinan her tim tune dike. Bi taybet di aliyê mîras de. Di Quranê de behsa mafê jinê hatiye kirin  lê mixabin ji ber bandora zihniyeta desthildar a bi hezarî salan li ser civakê di pratîkê de ev rastî guhertiye û dibêje ku şerm e jin mafê xwe bixwaze. Di aliyekî din jî zihniyeta mêr zewaca pir jinan û ya temen biçûk li gorî xwe helal dike, lê di rastiya ola mislimaniyê ku mirov baş wê fam bike ev yek şaşe û guneh e."
 
'Komên bi navê Îslamê bang dikin, ji bawerî û rastiya îslamê dûr in'
 
Xilûdê di dewama axaftinan xwe de destnîşan kir ku di salên derbasbûyî de li Rojhilata Navîn gelek kom bi navê îslamê derketin, lê di rastiya xwe de ji baweriya îslamê dûr in, armanca wan reşkirina ola îslamê ye û wiha got:  "Hêzên desthilatdar Ola Islamê reş dikin da ku berdewamiya hebûna xwe biparêzin. Ola mislimantiyê dûrî kuştin, dagirkerî, tecawiz, zordarî  û talankirinê ye. Dewleta Tirk bi navê çeteyên DAŞI'ê êrîşî miletê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, çete bi hinceta Islamê êrîş dikir. Di heman demê de piştî bi dawîkirina çeteyan, dewleta Tirk  bi rûyê xwe yê eşkere Efrîn dagir kir, qetliam û koçberî pêk anî. Ola Îslamê olek aşîtî û lêborînê ye."
 
'Demokrasî bi desthilatdarî û dewletan nayê girêdan' 
 
Xilûdê bal kişand ser pergala kapîtalîzmê û wiha pê de çû: "Hêzên serwer wateya demokarsiyê bi desthiladarî û dewletê ve girê didin. Modernîteya kapîtalîzm ya serwer ku qaşo banga demokrasiyê dikin bi vî navî tev digerin da ku îdeolojiya gelên bindest biguherin û li gorî berjewendiyên xwe bidin meşandin."
 
'Belavkirina çanda lêborîn, aştî û demokrasiyê erka hemû mislimana ye' 
 
Xilûdê di dawiya axaftina xwe de banga belavkirina çanda lêborîn, aştî û demokratiyê kir û wiha got:"Belavkirina çanda lêborîn, aştî û demokrasiyê erka hemû mislimana ye."