Piştî 4 salên ji rizgarkirina DAÎŞ'ê rewşa Çiyayê Kizwanan

  • 09:06 23 Gulan 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo / Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Çeteyên DAIŞ'ê ku di 23'ê Sibata 2015'an de êrîşî herêma Til Temir û Çiyayê Kizwanan kir têk çû. Piştî rizgarkirina her dû herêman gel xwe bi rêxistin kirin û zihniyeta DAIŞ'ê a jiyana jinan tarî kiribû bi perwerdeyê hate guhertin. Hevseroka Meclîsa Federal a bajarokê Xerayê  Elya Îsa rewşa gel bi taybet jî ya jinê ya beriya rizgarkirina herêmê wiha vedibêje:"Hovitiya DAIŞ'ê li ser jinan ne tiştekî veşartiye her kes vê rastiyê dizane. Eger zarokê dayîkekê bimira jî çeteyan nedihiştin ku biçe nexweşxaneyê, gelek jinên ku di kêliyên zayînê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Mirovê ku bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû nemîne nikare hîs jî bike."
 
Di 23'êSibata 2015'an de Çeteyên DAÎŞ'ê piştî Şengalê êrîşî herêmên Cizîrê û Kobanê kirin û gelek gund, bajarok û riya di navbera Kantona Kobanê û Cizîrê de girtin dest. Li ser bangawaziya gelê herêmê, şervanên YPJ/YPG'ê  xwe amade kirin û di 6'ê Gulana 2015'an li Rojavayê herêma Cizîrê dest bi pêngava rizgarkirinê kirin. Piştî destpêkirina pêngavê bi 8 rojan Fermandarê eniya Rojavayê herêma Cizîrê Rubar Qamişlo jiyana xwe ji dest da û şervan li ser soza ku dabûn Rûbar pêngavê bi navê wî dewam dikin. Qonaxa yekemîn a pêngavê ji herêma Çiyayê Kizwanan, gundewarên Hesekê,Til Temir û Serêkaniyê dest pê kir û bi rizgarkirina 221 gund  û gundikan bi dawî bû.
 
Her wiha di 22'ê Gulanê de şervanan li Rojavayê bajarê Serêkaniyê dest bi qonaxa dûyemîn kirin û di 10'ê Tîrmeha 2015'an de bi dawî bû di encamê de bajarê Eyn Îsa û Girê Spî hatin rizgarkirin û şervanên ku ji aliyê Cizîrê û Kobanê ve hatibûn gihaştin hev  û riya di navbera Kantona Cizîrê û Kobanê de hate vekirin.
 
Piştî herêma Çiyayê Kizwanan ji çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve hate rizgarkirin êdî pêvajoya xwe ji nû ve avakirin û perwerde kirinê dest pê kir. Rêje ango hejmara gelê Çiyayê Kizwanan nêzî 18,445'an e, 120 gund û 72 komîn girêdayî wê ye. 
 
Da ku em rewşa Çiyayê Kizwanan kar û xebatên wê herêmê piştî 4 salan ji nêz ve nas bikin me berê xwe da herêmê hevdîtin û nêrînên jinan girtin.
 
'Mirovê ku bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû nemîne nikare hîs jî bike' 
 
Hevseroka Meclîsa Federal a bajarokê Xerayê  Elya Îsa rewşa gel bi taybet jî ya jinê ya beriya rizgarkirina herêmê wiha vedibêje:"Hovitiya DAIŞ'ê li ser jinan ne tiştekî veşartiye her kes vê rastiyê dizane. Eger zarokê dayîkekê bimira jî çeteyan nedihiştin ku biçe nexweşxaneyê, gelek jinên ku di kêliyên zayînê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Mirovê ku bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû nemîne nikare hîs jî bike."
 
'Bihîstina rizgarkirinê zayîneke nû bû! '
 
Elyayê kêliyên rizgarkirinê wiha tîne ziman: "Bihîstina rizgarkirina Çiyayê Kizwanan ji min re wekî zayîneke nû hat. Kesî nikarîbû hember DAÎŞ'ê serî hilde, lê Şervanên YPJ/YPG'ê ew têk birin. Şehadeta Bêrîtan Cûdî ji jinên Ereb re wekî çavkaniya hêz û hêviya avakirina kesayeta jinên azad di jinên Ereb re avakir. Rewşa jinan piştî rizgarkirinê 80 pêl veguherî."
 
'Piştî rizgarkirinê pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê'
 
Elyayê piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê dinirxîne: "Gava destpêkê me avêt, me li her gundekî komîn ava kirin, ji ber bandora zihniyeta DAIŞ'ê gelek kesan hebû  qebûl nedikirin, lê bi demê re qebûlkirin û tevlîbûna kar û xebatê zêde bû. Piştî komînan me Şaredariya Gel, Meclisa Federal a Xera her wiha Kongreya Star di heman demê de Nanbêjgeh ava kirin û bi vî rengî pêdiviyên jiyanî ku gel jê hatibûn bêparhiştin me pêşkêşî gel kir. Gelê mirî ji nû ve serî hilda."
 
'Jinan di Kongreya Star de hêz û îradeya xwe nas kirin'
 
Endama Kongreya Star Mehatî Mihemed rewşa jinan a beriya rizgarkirinê û niha tîne berhev û wiha dibêje:"Pirsgirêkên wan û da ku zihniyeta baviksalarî were guhertin çi pêwîst dike? Beriya DAÎŞ  jinan ji ber zihniyeta baviksalarî bi astengiyan re rû bi rû diman. Di dema serweriya DAIŞ'ê de jî êş û kelemên wê bêtir bûn. Di herdû serdeman de jin hatin paşguhkirin, lê di projeya Netewa Demokratîk de jin maf, hêz û îradeya xwe tê de dibîne û dibêje 'Me nû xwe dît û nas kir, ji îro û şûnde em ê gavan neavêjin û gel hînê jina berxwedêr bikin. ' Em civîn û semîneran li gundan li dardixin û encamê baş hene ku zihniyeta civakê êdî tê guhertin e."
 
'Şaredariya Gel di xizmeta gelê xwe de ye'
 
Hevseroka Şaredariya Gel Fatima Hisên derbarê xebatên xizmetgozariyê de vê yekê tîne ziman: "Gel bi hesreta dîtina ava vexwarinê,mazot û nanê xweş bûn. DAIŞ hemû pêdiviyên jiyanî li ser gel qut kiribûn. Piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan êdî şaredarî hate avakirin û niha di xizmeta gelê herêmê de ye. Tevî kêmderfetiyan av, mazot û nan jî ji gel re tê pêşkêşkirin û gel gelekî kêfxweş e."