Dayika Nûra Hesen a Abdullah Ocalan dît: Xeyalên min rast derketin
- 09:03 23 Gulan 2019
- Rojane
Semer El Esed/Necah Maîş
HESEKÊ - Dayika bi navê Nûra Hesen a ku çûbû Lubnanê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtibû û 3 rojan li gel wî mabû têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de nirxandin kir. Dayika Nûra anî ziman ku wê dixwest carek din jî Abdullah Ocalan bibîne û wiha got:"Dema ku min Serok Apo dît ez pir bi kelecan bûm. Min xwest ez carek din Serokê xwe bibînim."
Dayika bi navê Nûra Hesen a ji Taxa Miftî ya bajarê Hesekê a ku bi boneya pîrozbahiya 15'ê Tebaxê derbasî Lubnanê bûbû û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, diyar kir ku dema dikira Abdullah Ocalan bidîta pir bi kelecan bû û got:"Dema em ji Sûriyeyê derketin û ber bi Lubnanê bi rê ketin ez gelekî bi kelecan bûm. Min ji xwe re digot 'dema ez biçim wir gelo ez ê çi ji Serokê xwe re bêjim yan jî çawa karibim silavê bidêm' lê dema ez gihaştim wê derê û min Serok dît tiştê ku ez di xeyalên xwe de hizirîbûm rast derket. Ji ber ku Serokatî bi awayekî xwezayî bi me re rûnişt û silav da, ew kelecana min bi dîtina Serokatî bi dawî bû. ”
‘Rêjîma BAAS'ê Kurd qebûl nedikir’
Dayika Nûra da zanîn ku di destpêka tevgera têkoşîna azadiyê de wê xebat meşandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di destpêka derketina tevgera têkoşîna azadiyê Sûriyeyê de malbata min heval nas kir. Di wê demê de kesekî nikarîbû heval di mala xwe de qebûl bikiran an jî bêjin em kurd in, ji ber ku rêjîmê wê demê pir zext û zilm li kurdan dikir. Di demên berê de hevalan pir zehmetî dikişandin heta ku pêdiviyên xwe bi dest dixistin. Ji ber vê yekê me alîkarî dida hev û me her demsal me pembo, genim, nîsk û ceh dida hev û difroşt. Me ji hevalan re weke alîkarî rêdikir."
'Min got daxwaza min avakirina Kurdistanek serbixwe ye'
Dayika Nûra wiha dewam dewam kir: "Ji bo munasebeya 15'ê Tebaxê ji bo ku em pîroz bikin û di heman demê de jî serokê xwe bibînin em çûn Lûbnanê. Di wê demê de me berê xwe da Akademiya Mahsûn Korkmaz cihê ku Serokatî lê dima. Beriya em vegerin me daxwaz kir dîsa serok bibînin wê demê serok daxwaza me pejirand û em bi rêz çûn silav lê kir dema ku silav li serok dikirin serok ji wan dipirsî ka daxwaza we di vê dinyayê de çi ye? Her kesî daxwazên xwe gotin dema dor gîha min serok ji min pirsî ka daxwaza te çi ye? Min got daxwaza min avakirina Kurdistanek serbixwe ye û al wê bi destê te bê hildan. Dema min wisa got serok di ber xwe de hizirî, dîsa min got serokê min daxwaza min jî ez serê te maç bikim serok serê xwe ji min re daxist û serê wê maç kir. Min xatir jê xwest û ez vegeriyam malê."
‘Leyla ji bo Serok yanî aştî û azadiyê xwe daye ber mirinê’
Dayika Nûra di derbarê çalakiya Leyla Guven de hin nerînên xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Leyla ji bo tecrîda li ser Rêberê gelê kurd rake xwe daye ber mirinê û roj bi roj bedena wê dihele. Leyla ji bo Serok yanî aştî û azadiyê xwe daye ber mirinê. Em ê jî heta dawiyê bi heval Leyla re bin û piştivaniya wê bikin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin heta ku em serokê xwe azad bikin."