Nobeta dayikên li Dîlokê didome
- 16:24 22 Gulan 2019
- Rojane
DÎLOK - Dayikên girtiyan 9 rojin li Dîlokê di nobetê de ne û banga bi dawî kirina tecrîdê kirin û wiha gotin: "Divê hevdîtin bi pergalî pêk bê û dewlet qanûnên ku heyî pêk bîne."
Dayikên li Dîlokê 9 roj jin ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Dayikan li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şahînbeyê kom dibin. Di salona ku çalakî tê lidarxistin de pankarta "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye" hat daliqandin û her wiha wêneya Ayten Behçet ya ku li dijî tecrîdê li girtîgehê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî hat daliqandin.
Dayika Bedrî Akin ku li Girtîgeha Boluyê di greva birçîbûnê de ye Perîşan Akin, di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtana ku îro û wiha got: "Parêzerên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan ji bo hevdîtinê îro çûn Îmraliyê. Em bi vî nûçeyê gelek kêyf xweş bûn. Lê divê hevdîtin bi pergalî pêk bê."
Perîşan, qala greva birçîbûnê ya Bedrî Akin kir û wiha axivî: "Nexweşiya kurê min gelek in û 83 rojin di grevê de ye. Rewşa wî ya tenduristiyê hatiye asta krîtîk. Em jî û zarokên me jî dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Heke tecrîd ji holê rabe dê tecrîda li hemberî aştiya gelan jî dê ji holê rabe. Divê dewlet hiqûqa xwe ya heyî pêk bîne.