Li Wanê êrîşî malbatan kirin: 4 kes hatin binçavkirin

  • 15:29 22 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê hatin gel hev û ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê xwestin daxuyaniyê bidin.  Lê polîsan êrîşî dayikan kir û 4 kes binçav kirin.
 
Li Wanê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin daxuyaniyê bidin. Dayikên ku xwestin daxuyaniyê bidin bi êrîşa polîsan re rûbirû man, polîsan nehişt ku nûçegîhana me Zeynep Durgut jî dîmen bikişîne.  Dayik ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, di dema êrîşê de bi dayikan re Hevserokê DBP'ê yê Baarê Wanê Okkeş Kava jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.