Çalakiya konvedanê ya ji bo grevê ya Şehbayê didome
- 14:38 22 Gulan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Kongreya Star bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana zîndana em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin", çalakiya konê grevê ya ku ji bo rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li Şehbayê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya heftemîn de didome.
Bi pêşengtiya Kongreya Star bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana zîndana em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin", çalakiya konê grevê ya ku ji bo rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li Şehbayê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya heftemîn de didome. Qad bi wêneyên Rêberê PKK'êr Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê, berxwedêrên zîndana û pankertên bi nivîsên "Çalakiya greva bircbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in", hat xemilandin.
Îro bi sedan jinên Navçeya Ehres, kampa serdem û Efrîn bi laçik û cilên xwe yên spî berxwedana xwe dan nîşandan, her wiha serdan ji aliyê endamên Komîn û Meclîs çêbû.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê gel guhdarî perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin, axaftin li ser navê Kongreya Star a Navçeya Ehres Emîne Dêngilî hat kirin, Emîne balkişand li ser berxwedaniya gelê kurd û bi taybet gelê Efrînê û wiha got: "Em berxwedaniya zîndanan silav dikin û li Serok Apo pîroz dikin, em gelê kurd xwedî îrade û vîn in, berxwedaniya gelê Efrînê li Şehbayê jî bersiva herî mezin ji dijmin re ye.Em ê xwedî li xwesteka berxwedaniya zîndana derkevin û Serok Apo azad bikin."
Her wiha endama Rêveberiya Kongreya Star Ayîşe Xezine axivî û got:" Em çalakiya xwe berdewam dikin bi hevalên me di zîndanan de ji bo tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin, lê bêdengiyek Navnetewî tê heye, dema dewleta Tirk Efrîn dagirkir dewletên Navnetewî bêdeng man, îro jî li hember berxwedaniya ku li dijî tecrîdê tê kirin bêdengiya navnetewî berdewam e."
Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî û got: "Nêzî 30 kes ketine rojiya mirinê em xwedî li xwesteka wan jî derdikevin, êdî bes e ji bêdengiya dewletan re, em ê dengê berxwedaniya xwe bilind bikin û serê xwe ji dijmin re natewînin, ji ber ku em li ser fikira Serok Apo jiyan dikin."
Paşê li nameyên berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven û Fatîle ya ku di zîndana Tirkiyê de berxwe dide kirin, hat guhdar kirin.”
Çalakî bi dirûşmeya" Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo” didome.