Dayikên laçik spî yên li Amedê: Heta tecrît bi dawî nebe em ê li vir bin
- 14:33 22 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê Dayikên Laçik Spî ji bo piştgiriyê zarokên xwe her roj li qada ne. Ev 22 roj in tevî astengiya polîsan li Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê kom bûn û daxwaza gav avêtinê kirin û gotin ku heta ku tecrît bi dawî nebe dê li qadan bin.
Li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê 22 roj in tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan dayikên laçik spî yên zarokên wan girtîne, bi armanca piştgirî dayina zarokên xwe û bidawîkirina tecrîtê her roj di çalakiyê de ne. Dayikên girtiyan tevî astengiya polîsan li gel germa rojê re bi israr kom dibin, bi dirûşma re dimeşin avahiya TUAY-DER'ê. Dayik ji gund û navçeyên derdora Amedê ji tevlî çalakiyê bûn. Li gel kombûna dayikan re polîs û toma derdora wan dorpêç dikin. Polîsan rojnamegeran asteng kirin, destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun tevlî daxuyaniyê bû.
'Kezeba me reş porên me spî bûye'
Dayikên laçik spî di bin dorpêça polîsan de tevî astengiyan bi dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" û " Deng bidin dengê zindan, her cih zindan her cih berxwedan" re çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî saeteke rûniştinê bi heman dirûşmeyan re heta li avahiya TUAY-DER'ê meşiyan. Dayikan bi armanca bang kirina hikûmetê û hêza mûxalefetê ku gavên şênber bavêjin daxuyanî dan çapemeniyê.
Ji xizmên girtiyan Guler Yuksekbag ê ku daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: "Em dayikên kezeb reş û por spî ne. Heya zarokên me di grevê de bin dilê me rehet nabe, em ê her tim li kolanan bin."
Guler di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina îro ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Îro xeber hatiye ku hevdîtin bi rêberê PKK'ê re pêk hatiye. Em li benda xebera xêrê ne. Heta ku tecrît bi dawî nebe em ê li kolanan di çalakiyan de bin. Ji bo girtiyên di rojiya mirinê de ne, her roj her saet girîng e. Em ê bi rihê berxwedana wan re bi ser kevin."
Çalakiya dayikên lacik spî bi dirûşme, çepik û tlîliyan re bi dawî bû.