Zarokên li Xelfetiyê binçav kirin serbest berdan

  • 14:21 22 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Ji 47 kesên ku piştî şerê lie Xalfetiyê rûda û şûnde li navçeya Hewag û Xalfetiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin 3 zarok hatin berdan. 
 
Di 18'ê Gulanê de li Gundê Derto yê Navçeya Xalfetî ya Rihayê polîs û leşkeran operasyon pêk anîbû. Di operasyonê de şer derketibû. Piştî şer polîs û leşkeran li Xalfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girtin û 47 kes binçav kirin. Kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'e ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Ji 47 kesên hatin binçavkirin 3 zarok hatin berdan. Zarok S.A (14), F.A (17) û M. A (13) pişti sewqî dozgeriyê kirin û dozgeriyê îfadeyên wan girt û ew serbest berdan.