Konê çalakîyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê û rojiya mirinê hat vedan

  • 14:15 22 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi dirûşmeya 'Bi pêşengtiya Leylayan em ê tekoşînê bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn', konê çalakiyan hat vedan. 
 
Di pêşengtiya Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera ciwanên şoreşer ên Sûriyê ji bo piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê konê çalakiyê hat vedan. Kon bi wêneyên çalakvanê grevê, alên kongreya star, wêneyên Abdullah Ocalan û pankertên bi nîvêsên "Bêdengiya civaka navneteweyî li ser eniya mirovahiyê cihê şermezarkirinê ye, greva birçîbûna dijminên mirovahiyê ditirsîne" hatibû xemilandin.
 
Bi beşdarbûna hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan dayikên laçikên spî dabûn serê xwe, di nava çalakiyan de wê semîner, helbest, şano, axaftin li ser navê çalakvanan û sinevizîyon were pêşkêşkirin.
 
Çalakiya kon bi daxuyaniyekê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê Koordinasiyona Kongreya Star Felek Yûsif hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
" Li ser navê dayikê Kobanê û gelê wê em di serî de silavê xwe ji hevalên çalakvan re dişînin bi pêşengtiya Leyla Guven. Her kes dizane ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de derbas dibe. Gelek mirov hatin qetilkirin û ketin zindanan, bajarê me hatin dagirkirin weke kantona Efrînê. Tevî van zordestiyan berxwedana bêhempa tê meşandin li hemberî DAIŞ'ê û hemû êrîş hatin  şikandin. Hevdîtina ku bi serok Apo re hat çêkirin nayê wateya  ku tecrîd hat rakirin an jî hatiye şikanadin. Bi rojane daxuyaniyan didin dibêjin me tecrîd rakir lê tu tiştekî fermî li ser erdê tune ye. Em piştgirî didin dayikê ku zarokên wan di zindanan de ne demekê berê dayikê aşitiyê li bakur bi rengekî hovane rastî êrîşan hatin, em wan êrîşan şermezar dikin, em wek dayik dest bi çalakiya xwe dikin heta ku em  agahiyekê big.rin."
 
Çalakî dê berdewam bike.