Malbatan li Bakirkoyê li gel astengiyan meş li dar xistin
- 13:43 22 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan xwestin balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê berê xwe dan li Girtîgeha Bakirkoyê. Piştî astengiya polîsan malbatan des bi meşê kirin.
Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê carek din berê xwe dan li ber Girtîgeha Bakirkoyê. Malbatên girtiyan li ber Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a Rêya E-5 kom bûn. Parêzer û gelek kes piştgirî da çalakiya malbatan.
Malbatên ku xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Malbatan jî biryar da û bi meşê berê xwe dan qada Şîrînevlerê. Di meşa malbatan de dirûşma "Bijî Berxwedana Leylayê" hat berzkirin
Malbatan piştre berê xwe dan avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê.