Dayikên girtiyan piştî faks şandinê dest bi meşê kirin
- 13:28 22 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji Wezareta Dadê re faks şandin. Piştî faks şandinê dayikan bi meşê berê xwe dan Parka Koşuyoluya Amedê.
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê didomin. Dayikên girtiyan ji bo tecrîd bi dawî bibe û balê bikişînin rewşa girtiyên ku ketine greva birçîbûne û rojiya mirinê ji Wezareta Dadê re faks şandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun bi dayikan re çû Midûriyeta Giştî ya Teşkîlata Telgraf û Postayê (PTT) ya Ofîsa Amedê. Dayikan piştî faks şandinê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan dora dayikan dorpêç kirin. Dayikan bi dirûşmên xwe tecrîd şermezar kirin.
Dayikan piştî çalakiya rûniştinê ya 45 deqîqeyan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq û edalet wê ji girtîgehan bê", bi meşê berê xwe dan li avahiya Fabrîkaya Ard a li hemberî Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê. Her wiha dîmen kêşandina çapemeniyê hat astengkirin.