Malbatên girtiyan bang li Wezîrê Dadê kirin: Dengê zarokên me bibihîzin
- 12:01 22 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Malbatên girtiyan ên ku zarokên wan ji ber tecrîda girankirî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine axivîn. Malbatan anîn ziman ku rewşa girtiyan giran dibe û bi lêv kirin ku ger ev bêdengî berdewam bike dê bibe sedema mirinan. Malbatan bang li Wezîrê Dadê kirin ku dengê zarokên wan bibihîze û berxwedana wan bibîne.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, bi pêşengiya Hevseroka Kongreyav Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin, ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Malbatên girtiyan derbarê grevên birçîbûnê de axivîn.
Dayika Mehmet Şerîf Demîrtaş ê di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye û ji 5’ê çileyê vir de di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye, Zeynep Aktay, anî zimand ku bi girankirina tecrîdê re şer zêde bûye û zarokên wan jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Zeynep, bi lêv kir ku ew heta saxbin û dilopek xwîna wan hebe heta tecrîd neyê rakirin dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: “Ev zilma ku tê kirin em qebûl nakin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe vê zilmê bi dawî bikin. Abdullah Ocalan Serokê me ye û em ê heta dawiyê jî li ser şopa Serokê xwe bin. Dema zarokên me di xeterê debin em nikarin rexet bijîn.”
‘Erdogan xwedî wicdanekî çawa ye?’
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji ber çalakiya zarokên wan 100 roj derbas kiriye xwîn vedişirin, nikarin rakevin, tansiyonên wan radibin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez dema çûm hevdîtina kurê xwe min dît ku ew qas zeyîf bûye êdî nikare li ser nigên xwe bisekine. Zilmê li zarokên me dikin. Em dixwain ku demildest dawî li vê tecrîdê bînin. Zarokên me roj bi roj dihelin. Em bang li Wezîrê Dadê dikin, bila daxwazên mebi cih bînin. Zarokên me tiştekî zêde naxwazin. Ew bi tenê dixwazin ku tecrîd bê rakirin. Em jî dixwazin ku tecrîda ser Serok bê rakirin û li ser axa xwe azad bijî. Erdogan xwedî wicdanekî çawa ye?. Bila xwe bikin şûna me û wiha biryarê bidin. Em bi tenê heqê xwe dixwazin.”
‘Ev êrîşên ku li dijî dayikan tên kirin nayê qebûl kirin’
Zeynep, bal kişand ser çalakiyên dayikan jî û got ku bi rojane ji bo daxwaza zarokên wan bi cih were li kolanan çalakiyê li dar dixin û ev tişt got: "Dayik li dijî tecrîdê û ji bo daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin li ber xwe didin. Lê polîs tim çalakiya dayikan asteng dikin, dayikan derp dikin û bi erdê ve dikişînin. Ev êrîşên ku li dijî dayikan tên kirin nayên qebûl kirin û em şermezar dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku dakevin qadan û deng bidin grevên birçîbûnê. Divê em îro bêdeng nemînin. Ger ku em bêdeng bibînin dê rewş zêdetir xirap bibe.”
‘Em şehîd bikevin jî dev ji vî çalakiyê bernadin’
Dayika bi navê Besna Gunay jî ku kurê wê 26 sal ceza lê hatiye birîn û 21 sale di girtîgehê de ye û di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye ev tişt got: “Kurê min di 10 saliya xwe de ket nav têkoşînê de ma û li Stenbolê hat girtin. Îro li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpê kirin. Dem bi kurê xwe re bi telefonê axivîm ji min re got ku rewşa 10 hevalên wî giran bûye. Bijîşk hatiye ji wan re gotiye rewşa we gelek girane, divê hûn dev ji vê grava birçîbûnê berdin. Kurê min jê re gotiye ku ‘em şehîd bikevin jî heta daxwazên me bi cih neyên em ê dev ji vê çalakiyê bernadin. Îro bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Dewletê çavên xwe girtiye, xwe ker kiriye û lal kiriye. Em jî dixwazin wekî hemû gelên cîhanê yên azad bijîn. Ez bang li Gelê Krud dikim û dibêjim îro dora min e lê sibe dora we ye.Ferqa tu çalakgeran û lawê min ji hev tune ye"
‘Gelê Kurd bila xwedî li zarokên xwe derkeivn’
Besna, da zanîm ku îro ji bo dayik dengên zarokên wan bên bihîstin di çalakiyê de ne û wiha pê de çû: “Polîs êrîşî me dikin. Em dayik îro bi laçika spî derdikevin pêşiya wan. Em bi tenê dixwazin ku daxwazên zarokên me bi cih werin. Em naxwazin ku cenaze ji girtîgehan bên derxistin. Em dixwaizn ku zarokên me jî wek zarokên me jî bijîn û dawazên wan bên qebûlkirin Me zarokên xwe ji bo ku bimirin mezin nekirine. Em aramiyê dixwazin. Êdî bese, tehemula me nema. Ez bagn li gelê kurd dikim ku rabin li ser piyan. Gelê kurd bila rabin xwedî zarokên xwe derbikevin. Dê ev bêdengî mirinê bîne.”