Çalakiya malbatan a rûniştinê di roja 25'an de dewam dike

  • 10:49 22 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya rûniştinê ya malbatên xizmên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, tevî astengiya polîsan di roja 25'an de dewam dike.
 
Çalakiya rûniştinê ya li Qada Esenyurtê ya malbatên xizmên wan li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, tevî astengiya polîsan di roja 25'an de dewam dike.
 
Malbatên ku li avahiya HDP'ê hatin gel hevdu ber bi Qada Esenyurtê ve meşiyan. Derdora malbatên ku li qadê rûniştin bi Tomayan û wesayîtên zirxî di demek kurt de hat dorpêçkirin. Malbatan tevî astengiya polîsan çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn.
 
Polîsan nasnameyên malbatan girtin û ji GBT'ê derbas kirin. Piştî çalakiyê malbat çûn avahiya HDP'ê. Di meşê de banga hestiyariyê hat kirin.