Dema binçavkirina Leyla Atsak hat dirêjkirin
- 10:39 22 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Do serê sibehê li ser malên Elbak û Ebêxê de hatibû girtin û 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatibûn binçavkirin 9 kes serbest hatin berdan. Leyla Atsak jî hatibû binçakvirin. Hevseroka Ebêxê Leyla Atsak a ku ji ber KHK'ê mazbataya wê nehat dayin jî hatibû binçavkirin û dema binçavkirina wê hat dirêjkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê dihat meşandin de, do serê sibehê li Navçeyên Elbak û Ebêxê yên Wanê polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatibûn binçavkirin 9 kes serbest hatin berdan. Leyla Atsak jî hatibû binçakvirin. Hevseroka Ebêxê Leyla Atsak a ku ji ber KHK'ê mazbataya wê nehat dayin jî hatibû binçavkirin û dema binçavkirina wê hat dirêjkirin.