Jinan Sevican Yaşar a di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin
- 10:14 22 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Remziye Tosun a HDP'î, Rêxistina HDP'ê, Aktivîstên TJA'yê çûn serdana Sevican Yaşar a ev 80 roj in di greva birçîbûnê de ne. Sevicanê diyar kir ku heta tecrîd bişkê ew ê têkoşîna xwe bidomîne.
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, Zeyyat Ceylan, Remziye Tosun a HDP'î, Rêxistina HDP'ê, Aktivîstên TJA'yê çûn serdana Sevican Yaşar a ev 80 roj in di greva birçîbûnê de ne. Sevicanê ya ku piştî tahliyekirina girtîgehê li mala xwe çalakiya greva birçîbûnê dewam dike, diyar kir ew ji bo serdanê gelek bextewar bûye.
Sevicanê diyar kir ku heta tecrîd bişkê ew ê têkoşîna xwe bidomîne.