Sabiha Temizkan: Dayika min ji jiyanê û ji jiyandinê hez dike
- 10:13 22 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Sabiha Temizkan wêneyê xwe û yê dayika xwe Leyla Guven parve kir û got:"Ji jiyanê pir hez dike lê herî zêde ji jiyandinê hez dike."
Sabiha Temizkan vêneyê diya xwe Leyla Guven a Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ye û ev 196 roj in di greva birçîbûnê de ye, parve kir. Sabiha got:"Ew dayika min e. Ji jiyanê pir hez dike lê herî zêde ji jiyandinê hez dike. Ev tiştekî çawa ye hûn dizanin? Ez bi saya wê hîn bûm. Dema li hundur çavên min dinihêre wekî jiyanê ye. Mirin di nêrînên wê de tune ye, evîn heye.... Ji bo jina xweşik."