'Li pişt vê bûyerê tenê kesek tune ye'

  • 09:24 22 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Erol diyar kir ku li pişt bûyera ku dema qeyûm de polîs Ercan U. yê wek midûr peywir dikir de û fihûş li jinek xebatkar kiriye kesên din jî hene û wiha got: “Em ê heta dawî şopdarê pêvajoyê bin. Li pişt vê bûyerê tenê kesek tune ye.”
 
Dema qeyûmd e ji aliyê wezareta karê hundir ve ji bo Kent A.Ş ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve polîs Ercan U. wek midûr hat peywirdarkirin û hefteya borî qeydên deng ya bi soza jinan bigire kar li fihûşê ferz kirine derket holê. Piştî giliya D.S ya ku fihûş li ser hat ferzkirin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê Ercan U de lêpirsîn da destpêkirin û hat tespîtkirin ku piştre ji bo demekê li Midûriyeta Ewlehiya Mîdyate hatiye peywirdarkirin.
 
Piştî serlêdana sûc ya jinan dozgeriyê ji xalên TCK102\1 û 103 lêpirsîn da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de tevî ku D.S giliyê xwe şûnde kişand jî der barê Ercan U de doza cemawerî hat vekirin. Bi qebûlkirina îdianameyê re wê roja rûniştinê bê diyarkirin. Jinan der barê mijarê de axivîn û gotin wê şopdarê dozê bin.
 
‘Li pişt bûyerê hinek din hene’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Erol destnîşan kir ku di dema qeyûm de bûyer bihistine lê destê wan de delîlên şênber tunebûye û wiha got: “Piştî qeydên deng derketin me xwe gîhand D.S. Em wek meclîsa jinan a HDP’ê bûn şopdarê pêvajoyê. Me hewl da em xwe bigihînin jinê. Ewil xwest lê piştre ji ber zextên civakê û zîhniyeta feodal nehat. Em wisa difikirin ku li pişt vê bûyerê kesên din jî hene. Bi qasî em ji qeydên deng fêm dikin, di pêvajoya qeyûm de ev kesê ji emniyetê hatiye berpirsyarkirin, ji bo kar girtinê serî pêkanînên li ser bedena jinê dide. Em bawer nakin kesek tenê wisa rehet tevbigere.Li pişt vê kesên din heye. Ji qeydên deng tê fêmkirin ku jinan bi birçîbûnê terbiye dikin û her wiha li ser bedana wê polîtîkaya terbiyekirinê pêk tînin.”
 
‘Em ê heta dawî şopdarê pêvajoyê bin’
 
Ayselê daxuyakirin ku ev zîhniyeta li Tirkiyeyê sîstematîk bûye, hewl tê dayîn li Kurdistanê jî heyî be û di pêvajoya qeyûm de me ev bûyer dît. Ayselê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê ew jinên Mêrdînê heta dawî vê pêvajoyê bişopînin.