Di şaredariya Stewrê de nelêrêtiyên qeyûm (2)
- 09:18 22 Gulan 2019
- Rojane
Qeyûmê Stewrê ji bo şaredariyê cihîz çê kiriye?
MÊRDÎN - Di hilbijartinên herêmî de yek ji şaredariyên ku ji destê qeyûm hatiye girtin ya Stewrê ya Mêrdînê ye û di bin navê paçê zarokan, çîkolata, çay, şekir, paste, çerez de ji bo fîrmaya Elîf Çeyîz 189 hezar û 405 TL, ji Dogru Mobîlya jî 148 hezar û 76 TL pere hatiye dayîn.
Di 3 salan de lêçûnên ku ji bo cihîz û alavên mobîlyayê hatine kirin balê dikşînin û ji qaseya şaredariyê ji derveyê ximzeta gel, ji bo her tiştî pere hatiye xerckirin.
Lêçûnên ji aliyê hevşaredaran ve hatine kirin wiha ne:
*Bi belgeya lêçûnê ya hejmar 134- 30’ê Adara 2017 de ji bo Xizmetên Civakî yên jinan ku tevî ji şaredariyê re nehatiye girtin, 28 hezar û 630 lîra û 20 kuruş fature li şaredariyê hatiye birîn.
*Di belgeya 194-2017 17’ê Nîsanê de bi 2 hezar û 475 lîra û 65 kuruş ji Huseyîn Araz kompîtur û alava şarjê hatiye girtin û fature li şaredariyê hatiye birîn û ev alav jî niha ne li şaredariyê ne.
* Di belgeya hejmara 1999-2017 11’ê Nîsanê de ji fîrmeya Yusuf Akgun bi 2 hezar û 393 lîra û 32 kuruşî paste hatiye girtin.
*Di belgeya 198-2017 19’ê Nîsanê de lêçûneke 8 hezar û 850 TL fature li şaredariyê hatiye birîn.
*Bi 3’ê Gulana 2017’an de ji Lokanteya Goşt a Stewrê xwarineke bi fatureya 4 hezar û 833 TL hatiye girtin.
*Di belgeya lêçûnê ya 17’ê Gulana 2017’an de jî ji Elîf Çeyîzê bi 27 hezar û 190 TL’yî fature hatiye birîn û di fatureyê de jî ji tabeleya reklamê bigire heta cemedankê her tişt heye.
* Ji aliyê Înşat Ercan ve ji bo şaredariyê fatura 10 hezar û 891 lîra û 40 kuruş hatiye birîn.
*Di belgeya 12’ê îlona 2017’an de 2 kompîtur bi 5 hezar û 398 lîra û 50 kuruşî hatiye girtin û lê ev kompîtur ne qeydê envateriya şaredariyê ne.
*Di 8’ê Mijara 2017’an de ji bo Midûriyeta Ciwan û Sporê ji fîrmeya Mardîn Sesî ve 582 tîşortên çapkirî hatine girtin û 5 hezar û 877 butçe ji şaredariyê hatiye girtin.
*Di 10’ê Hezîrana 2018’an de ji fîrma çîvî tasarim ltd.ştî ve fatura 17 hezar û 700 TL hatiye birîn û j şaredariyê hatiye girtin.
*Ji fîrmeya Musa Korkmaz bi 20 hezar û 60 TL yî fature hatiye birîn û ji bo 14 bariyerên beton hatiye girtin û ev ji bo şaredariyê nehatine girtin.
*Di belgeya 4’ê Adara 2019’an de bi hinceta hewcedariya Midûriyeta Emniyet û Midûriyeta Spor û Ciwanan de bi navê tamîratê ji butçeya şaredariyê 60 hezar û 658 lîra û 42 kuruş pere ji bo fîrma Dogruyol Mobîlya hatiye razandin.
Di dîrokên têkildar de; di bin navê paçê zarokan, çîrolata, çay, şekir, paste, çerez û her wekî din de;
Ji fîrmeya Yusuf Akgun bi 68 hezar û 306 TL
Ji fîrmaya Feyzî Ozdemîr bi 35 hezar û 513 TL
Ji fîrmaya Elîf Çeyîz bi 189 hezar û 405 TL
Ji Dogruyol mobîlya bi 148 hezar û 76 TL berhem hatine girtin.